Kenala 8, 120  kemyonên alîkarî ji bo Rojava şand

Kenala 8, 120  kemyonên alîkarî ji bo Rojava şand

Îro roja duşemê 9-2-2026 ji bajarê Silêmaniyê, kenala 8 ya kurdî duyemîn barên alîkariya ji bo Rojavayê Kurdistanê birêkir.

Ev derencama destpêkirina kempînekê bû ku kenal 8 û hinek kenal û saziyên din ên Herêma Kurdistanê alîkarî ji bo xelkên Rojavayê Kuridstanê komkiribûn, tako bişînin Rojavayê Kuridstanê.

Di wê bare de, rêvebira Encumena Penaberên Kurdên Rojavayê Kuridstanê Zêwa Hesekê ji Xelatê re ragihand: Ew alîkariya ji bo xelkên Kurdên Rojavayê Kurdistanê cihê rêz û pêzanîn e ku di demekê de ye, xelkên me pêwîstiya wan pê heye.

Zêwa Hesekê aşkire kir ku ewna wek Encumena Penaberên Kurdên Rojava spasiya xelkên Herêma Kurdistanê dikin ku bi xwepêşandan û helwêstgirtin û alîkarîkomkirin û çûna Rojavayê Kurdistanê  beşdarî li xem û xemgîniyên me bûn û di rêzên pêş de xwedî helwêst bûn. Ev yek ji bo dîrokê wê bimîne wek morek li ser rûpelên dîrokê û serdemê.

Niha jî karwana 120 tirêleyên alîkariya kenala 8ê Dukan derbas kirin û ber bi Rojavayê Kurdistanê ve diçe.

Xelat