Keçek kurd dibe şaciwana Almanya

Keçek kurd dibe şaciwana Almanya

Di merasîmeke taybet de li bajarê (Gronvaldy) ya nêzîkî (Miyûnşin) li Almanyayê, keçek kurd a Rojavayê Kurdistanê bi navê (Roza Mondy) bûye şaciwana Almanya ya sala 2026`an û naznavê (Mîss Germany 2026) wergirtiye.

Roza Mondy, navê wê ya rast (Dua Faris)e keçek kurd ya bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê ye û temenê wê 26 saliye, Roza di temenê 5 saliya xwe de ligel malbata xwe berê xwe dane Almanyayê û du sal berê ji bo pêşbirka şaciwaniyê namzet bûye lê bi gotina wê ji ber nexweşketina wê nekariye bighêje xola dawiyê.

Her çiqas îsal 2 hezar û 500 keç di pêşbirkê de beşdar bûne jî, Roza kariye xwe bighîne xola dawiyê û wek şaciwan were hilbijartinê.

Roza ji Rojnameya Kurdistanî Nwê re gotiye: Berê li Almanyayê take mercê şaciwaniyê bedewiya leş û rû bûye lê niha ew hatiye guhertin belkû ev naznav bi wan keç û jinan tê bexşîn ku bikarin pêşeroja xwe ava bikin û berpirsyartiyê di civakê de hildin ser milên xwe.

Roza dibêje: Di pêşbirkê de tenê li dûv wan kesên bedew de nagerin belkû li dûv kesên serkeftî û mirovdost de digerin.

Her çend Roza (Dua Faris) li Almanyayê mezin bûye jî lê ew bi kurdiya xwe ya şêrîn diaxive û di nav û keç û lawanda kesayetiyekî diyare.

Keça Kurd di peyameka xwe de dibêje: Min ji ber sosyal medyayê ew naznav wergirtiye û ezê bi hevkarên xwe re kar bikim dakû bi ser astengiyên jiyanê de biser bikevim.

Xelat/ Kurdistanî Nwê