Ji dest şelî ya?

Helbest: Hasan Kordede
Wê dime ber pilçika
Tirsandim bi xilçika
Gava min girt b'gilçika
Zû ji dest min şelî ya..
Bûme marek dûv nêçîr
Wer kirim di çal û bîr
Gêj kirim wek bê tevdîr
Don û bez çû helî ya..
Tev şeritîn man hestî
Xweş kir bi min bindestî
Dil qey pê ranawestî
Di gazind û gilî ya..
Bêçar kirim li dinê
Jar û mest bûm çi gunê
Qey kes wekî wê tinê
Dil kir volkan gelî ya..
Volkan kengî biteqî
Dinya vêre biçelqî
Ce'inî ji mak biterqî
Ew dil gava dellî ya..
12/02/2024-Bêçarê kurd
********************
Ez û tu bi hevda ne?
De hop de hop bê hişo
Dijmin te dikî kişo
Serê te yî vala ye
Weka kundirê qişo..
Tu xwe neke alîkar
Nebî destek bo neyar
Kuştina mi nekî kar
Berê te li hoqişo..
Berê te didin kaşa
Û dibêjin te yaşa
Emê te bikin paşa
Ta dibî pilot pişo..
Piştre bibî tirkmecî
An di rêza qereçî
Bê maf bî zik birçî
Çav li te bin mişmişo..
Ger ez çûm tu helisî
Navê te daqelisî
Wê ji kerba fetisî
Dûvre neke piş pişo..
Ez û tu bi hevda ne
Rabûn ketin tevda ne
Dijmin wê baş dizane
Dîrok ji wê bi neqşo..
11/02/2024-Serzorî
*********************
XELAT