Romana keçeke kurd a Êzdî li cîhanê deng vedaye

Romana keçeke kurd a Êzdî li cîhanê deng vedaye

Romannivîs û parêzera Kurd Sozan Xeyrî di sala 1998’an de li gundê Xanesûrê yê navçeya Şengalê ji dayîk bûye, koleja Yasa li zanîngeha Duhokê qedandiye û niha li parêzgeha Duhokê parêzer û nivîskarekî navdar e. Her wiha çalakvana doza keç û jinên êzdî ye li Behdînanê û ji bo hişyarkirina jenosîda devera Şingalê li Amerîka û welatên Ewropayê kar dike.

Sosan Xeyrî romanek bi navê (Tîbûn) belav kiriye û tê de behsa çîroka keçeke êzîdî ya pênc salî ye ku di sala 2014`an de ji aliyê DAIŞê ve bi awayekî hovane hat şehîdkirin dike.

Sebaret bi romana xwe Sozan dibêje: "Romana min behsa malbateke Êzidî dike ku di sala 2014an de li gundê Koço dijîyan, lê piştî ku zelamê malbata wan di 15ê Tebaxa 2014an de ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hat şehîdkirin, jin û 2 zarokên xwe ketin destê DAIŞê, piştî ku jin bi çend caran bi destên DAIŞê dihat kirîn û firotin. Di dawiyê de ew ligel çekdarekî Êraqî yê DAIŞê li Felûceyê bi cih bû, lê keça wê ya pênc salî bi awayekî hovane ji aliyê zilamekê wê yê DAIŞî ve hat lêdan û bi pencereya mala wan ve hat girêdida bi birçîtî û tîbûnê li ber çavê diya xwe bê av û xwarin dihêlin heta ku jiyana xwe ji dest dide.

Sozan Xeyrî ji bo rojnameya Kurdistanê Nwê got: Me ji bo eşkerekirina çarenûsa keç û jinên êzidî, li ser gelek dosyayên Şengalê, bi endamên kongreya Amerîkayê re hevdîtin pêk anîn.

Got jî: “Ev romana min a duyemîn e ku li ser jenosîda Kurdên Êzidî ye û daxwaza min ew e ku her dem wek parêzer berevaniyê ji êşên miletê xwe bikim, ji ber ku gelê me di dirêjahiya dîrokê de rastî bindestiyê hatiye. Ji ber ku gelê me di dîrokê de hatiye bindestkirin, ez dikarim êşên qirkirina gelê Şengalê û bi giştî gelê Kurd bi awayekî akademîk tomar bikim. Wek nameyek ji her nivîskar û xwendevanên cîhanê re û navendên lêkolînê yên li ser pirsgirêka kurd li cîhanê ji wan re eşkere bikin.

Pirtûka wê li Amerîkayê hat çapkirin

 Sozan Xeyrî dibêje: pirtûka min ya 100 rûpelî, (Tîbûn) di Adara 2024 de li Waşîngtonê hate çap û belavkirin .Ew jî bi berfirehî têne xwendin, nemaze li malpera Amazon û pirtûkxaneyên Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê berdestin.

Sozan Xeyrî got: “Armanca min ew e ku li ser mafên mirovan kar bikim û guh bidim dozên keç û jinên kurdên êzîdî û çîrokên wan ji cîhanê re biweşînim, daku welatên cîhanê jenosîda xelkê Şengalê bizanin û agahdarî rewşa wan bin.

Her weha behda wê yekê jî kir ku, di sala 2019an de wê û çend hevalên xwe serdana Amerîkayê kirin û çendîn hevdîtin ligel kongresmanên Amerîkayê li ser dosyayên cuda yên xelkê Şingalê pêk anîn.

Bi taybetî çarenivîsa keç û jinên êzîdî, ku heta niha gelek ji wan winda ne, û hertim pêwendiya wan bi Konsulxaneya Amerîka ya li Kurdistanê re heye. Wan bang li Amerîka û welatên din kir ku keç û jinên ku di destê DAIŞê de mane rizgar bikin û dadgeheke taybet ji bo dadgehkirina çekdarên DAIŞê vekin û jenosîda devera Şingalê bi fermî nas bikin.

 Pêwîste em ji bo nivîsandina bi serhatên wan bixebitin

Di dawiyê de Sozanê got: “Li gorî agahiyên me, zêdetirî 600 keç û jinên kurd ên êzîdî li kampa Holê ya li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê dijîn, pêwîst e em kar bikin ji bo nivîsandina çîrok û biserhatên wan ên trajîk. Bêgoman eve dawî berhema min nabe armanca min ewe ku ez berdewam bim di tomarkirina çîrok û biserhatên keç û jinên kurd û wan bikim roman û bi zimanên Erebî û Ingilîzî li welatên cîhanê belav bikim.

 XELAT/ wergêr/Dawûd Çîçek