Hevwateyên Peyva NIHÊRTIN Û MÊZEKIRINê

Hevwateyên Peyva NIHÊRTIN Û MÊZEKIRINê

Nivîskar: Zeynelabidîn Zinar

Dewlemendiya Zimanê Kurdî bi gelek peyvên hevwate diyar dibe. Xasma jî kurdiya kurmancî ji dewlemendiyê zêdetir, ji aliyê peyvanan ve deryaderî ye.

Bi hezareha peyvên kurmancî hene ku bi dehan hevwateyên wan hene. Yek ji wan peyvan jî ya NIHÊRTIN/MÊZEKIRINê ye.

Dema em bala xwe bidin vê peyvê, bi çend haweyên cuda di Klasîkên Kurmancî de jî hatine bikaranîn:

MELAYÊ CIZÎRÎ GOTIYE:

Li ber rojê bibit xêli

BINÊRIM qameta êlî

….

Di pa bûsa semensayê

Mi NÊRÎ bejnû balayê

Her seher DIHNÊRIM ez cana bi ahan ra ji dil

….

OSMAN SEBRÎ GOTIYE:

Qelsan li çavên hev NIHÊRÎ

BEKIR BEG ERZÎ

Hilat roja wekû wextê

BINÊRIN talih û bextê

FEQIYÊ TEYRAN:

Kefa ku kûz û kas tê

Nazik û sipîzend in

Qedeha meya xas tê

BINÊRIN talib çend in

Vexwun ji destê rastê

MELE NECMEDÎN TENGIZARÎ:

Yek NÊRÎNa dilbera nadim Ava Heyatê

HELBESTEKE XWEDÎNENAS:

Çavreşa çavxezalî

Qelbê  mi j´ber dinalî

Ew NÊRÎNa DINÊRÎ

Ev peyv di axaftina Kurdan de bi deh aweyan hatiye bikaranîn:

Nerîn

Nêrîn

Nêrtin

Nihertin

Nihêrtin

Nihêrîn

Nuherî

Rêntin

Mêzekirin

Meyzekirin

Eger hin peyvên din jî hebin, bi kerema xwe binivîsin.

Her şad û bextewer bin…

15/ 01/ 2024. 22:52

XELAT