Hemze Abdullah; Sembolekî Kurdistanî!

Hemze Abdullah; Sembolekî Kurdistanî!

Nivîskar: Xelîl Ebdulah

Hemze Abdullah rewşenbîr û rêberekî têkoşer ê Kurd e ku di nîvê yekem ê sedsala 20an de di tevgera rizgariya gelê Kurdistanê de roleke çalak lîstiye. Wekî siyasetmedarekî rewşenbîr, ew di jiyana siyasî û partî de çalak bû û rêgez û bernameyên hin partiyên wê demê bi qelema wî hatine nivîsandin.

Hemze Abdullah di damezrandina Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) de roleke sereke lîstiye. Wî li Mehabadê rêzikname û bernameyên partiyê, daxuyaniya damezrandina partiyê bi zimanê Erebî nivîsandiye û ji hêla Şehîd Mihemed Qudsî ve li çapxaneya Kurdistan li Mehabadê bo Kurdî hatiye wergerand û çapkirin.

Ew her wiha demek dirêj sekreterê komîteya navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bûye û hin ji wêjeyên siyasî yên partiyê nivîsandiye.

Hemze Abdullah Omer, ku wekî Hemze Abdullah jî tê nasîn, di sala 1912an de li herêma Başqela ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Bavê wî efserê artêşa Osmanî bû û di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de di şerê di navbera Osmanî û Rûsan de li Qefqasyayê şehîd bûye.

Piştî bidawîbûna Şerê Cîhanê yê Yekem, ew bi malbata xwe re koçî Başûrê Kurdistanê kiriye û li bajarê Zaxoka delalê bi cih bûye.

Mamosta Hemze qonaxên xwendinê li Zaxo, Mûsil û Bexdayê temam kiriye. Di sala 1936an de, wî ji Koleja Hiqûqê ya Bexdayê bawernameya lîsansê wergirt û bû parêzer.

Mamosta Hemza wek xwendekarekî lîseyê li Mûsilê zû tevlî tevgera siyasî bû, li wir dest bi kariyera xwe ya siyasî kir. Her weha di qonaxa zanîngehê de pêwendî bi komeleya derxistina dagîrkeriyê ku rêxistineke çep bûye dike.

Ji ber çalakiyên xwe yên siyasî (Hemze Abdullah) çend caran hatiye girtin û heta bi fermana Wezareta Karên Hundir hemwelatîbûna Iraqê jê hatiye standin.

Di sala 1938an de, ji ber weşandina broşûra "Kurd û Ereb" a mamosta (Îbrahîm Ehmed) û kerteke posterê ku helbesteke Kurdî li ser bûye hatiye girtin. Ew rastî îşkenceyê hatiye û şeş mehan di girtîgehê de maye. Hemza beşek ji jiyana xwe di veşartinê de derbas kiriye, cilên cotkar, mela û mamoste li xwe kiriye da ku xwe biparêze.

 Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, ew çû Mehabadê û bi xwedê jêrazî Mistefa Berzanî re hevdîtin kiriye, li wir wan biryar da ku Partiya Demokrat a Kurdistanê ava bikin. Hamza di damezrandina partiyê de roleke girîng list, peyannameya damezrandinê û program û beşek ji edebiyata siyasî ya partiyê  di salên 40 û 50`an de bi pênûsa wî hatine nivîsandinê û demek dirêj sekreterê komîteya navendî ya PDKê bû.

 Di dawiya salên 1950an de, wî dev ji siyasetê berda û kesayetiyek neteweyî ya serbixwe ma, li Bexdayê wekî parêzer xebitî. Di sala 1997an de, ew vegeriya Silêmaniyê û li wir bi cih bû.

 Mamosta Hemze Abdullah di 13ê Kanûna Pêşîn a 1998an de di 86 saliya xwe de koça dawî kir û li gundê Sîtak ê herêma Şarbajêr ya Silêmaniyê hate veşartin.

 Silav ji bo giyan û ruhê Hemze Abdullah, siyasetmedar û ronakbîrekî ku ji bakur hat û başûr û rojhilatê Kurdistanê kiribû navenda têkoşîna xwe û wekî sembolekî neteweyî û Kurdistanî di dîrokê de cih girt.

 

Xelat/ Kurdistanî Nwê