Zaravayên (Têrmên) Hevbeş û Xewna Zimanekî Yekbûyî (3)

Zaravayên (Têrmên) Hevbeş û Xewna Zimanekî Yekbûyî (3)

Zimanzan û Nivîskar: Deham Ebdulfetah

Di çarçova derfetên vê serdema me ya nuha û li gora mercên îroyî, hingava herî serketî bo ku em şêwezarên kurdî nêzî hev bikin, ew e ku em karibin şêwazekî rasteqîne û bi siyaseteke zimanî yî neteweyî (ji nû ve) bingeha têrmînîlojîya zimanê kurdî damezirînin.

Mebesta me ji gotina (siyaseta zimanî) destnîşankirina armancên pirojeya zimanî û nexşerêya  bidestxistina wan armancan e. Anku em dixwazin bigihêjin çi ji vê pilana zimanî û em ê çawa bigihêjin wê xwestekê?

Bi vê têgehê, Eger siyasetên damezirandina zimanên cîhanê ne wek hev bin, jixwe rêbazên karnameya wan jî wê ne wekî hevbin.

Nimûne:

Zimanê `erebî li hemû dewletên Ereban zimanekî fermî û yekbûyî ye. Şêwezarên `erebî pirr in, lê xwecih û devkî ne. Ji ber vê rewşê jî dema ku zarava û navlêkirinên nûjen di vî zimanî de tên damezirandin;bi armanca zengînkirin û pêşxistina zimên tên damezirandin.  Her wiha heman tişt ji bo zimanê tirkî, farisî û yên wekî wan jî durist e.

Zimanên ku ji çend şêwezaran pêk hatine û hin ji wan şêwezaran gihiştine radeya zimanên serbixwe (wekî zimanê kurdî), mirov dikare bi du armancan nêzîkî damezirandina zaravayên wî bibe û siyaseta karnameya xwe jî li gora wan armancan destnîşan bike.

Vêca di vê pêvajoyê de, eger em zimanê kurdî di ber çavan re derbas bikin em ê bibêjin:

  1. Eger em li şêwezarê kurmancîya jorîn weke zimanekî serbixwe binêrin, gerek em bi armanca zengînkirin û pêşxistina zimên nêzîkî zaravayên wî bibin û siyasta rêbazên karnameya xwe jî li gor wan armancan destnîşan bikin. Anku divê hemû regez û keresteyên (madeyên) amadekirina têrmînîlojîya kurmancî ji çarçova pêkhatîyên ferhenga wî bêne standin, bêyî ku em destên xwe dirêjî şêwezarên kurdî yên dîtir bikin. Bi vê têgehê kurmancî dibe zimanê kesên kurmancîaxêv.
  2. Lê eger em bawer bikin ku kurmancîya jorîn şêwezarekî zimanê kurdî yê neteweyî ye, hingê divê em armanca damezirandina zaravan, li gora wê bawerîyê destnîşan bikin û siyaseta karnameya xebata xwe jî li gora şert û mercên heyî, berû wan mebest û armancan vekin. Anku em regezên damezirandina zaravayên zimanê neteweyî ji şêwezarên kurdî yên mayî werbigirin. Heman tişt bo şêwezarên dîtir jî dirust in.
  3. Çi mirovê heye hêvîyeke wî heye û bi wê hêvîyê dijî û bo bidestxistina wê jî berdewam dixebite. Xwazyarîya zimanekî yekbûyî û welatekî azad û serbixwe hêvîya hemû rewşenbîr û bîrewerên Kurd e. Lê belê ne her xwazyarî pêk tê û ne her hêvî jî dilên hêvîdarên xwe hênik dike!

Vêca ku em rewşa zimanê Kurdî û baredoxa Kurd û Kurdistanê di ber çavan re derbas bikin em ê bigihêjin wê bawerîyê ku di vê rewş û baredoxê de hemû rê û rêbazên zimanê yekbûyî li ber me girtî ne.

Ev jî nayê wê wateyê ku em destên xwe ji ber xwe berdin û wan hêvîyên derizî binax bikin.

Eger di jîngeha van merc û derfetên vê dema me de, me neşîya em zimanekî yekbûyî pêk bînin û ew hewldanên me bo vê armanca neteweyî tev berbad û bêsûd bûn. Bêguman ev rastîyeke tal e. Lê digel vê rastîyê jî em karin di çarçoveya şêwezarên heyî de pêngaveke pirr giring berû wê armancê ve biavêjin. Ew pêngav jî ew e ku em şêwezarên kurdî di rêka dînana (danînîna) zaravayên hevbeş nêzîkî hev bikin.

Reng e(Dibe) ku hin bibêjin: Ma ev nêzîkkirina şêwezaran, kêşeya wan şêwezaran di zimên de çareser dike? Hingê em ê bibêjin: çînîyan berî me gotiye: ‘’Rêya hezar mîlan bi gavekê dest pê dibe.’’

Li gora şert û mercên îroyî em karin vê pêngavê tenê biavêjin. Ev pêngav jî destpêka rêya hezar mîlan e.

Zaravayên ku ta nuha hatine dînan; gavekê tenê jî em nêzîkî wê armanca ku me amaje pê kirî, nekirine. Ji ber ku her nivîskarekî navlêkirinên xwe -nemaze yên rêzimanî- ji çarçoveya şêwezarê xwe amade kirine û di pirtûkên xwe yên rêzimanî de belav kirine.

Li vê gorê hemû zaravayên heyî  encama xebata kesayetîyeke yekta ne. Ev diyarde bixwe jî bûye arîşeyeke dîtir. Ji ber ku her mijareke rêzimanî bûye bi çend navlêkirinên têvel (ciyawaz). Em dizanin ku nav bo danasînê li kes, mijar û tiştan dibin. Her yek bi navekî tê nasîn. Lê eger gelek nav li mirovekî, mijarekê yan li tiştekî bibin; gelo ew navlêkirî wê bi çi navî bê nasîn?

Di pirtûkên rêzimana kurdî de, beranberî navê ‘’verb,fi’il’’, ev têrm (navlêkirin) hatine nivîsîn: ‘’Lêker, pîşk, kirin, ferman, kar, kardar û fi’îl.’’ Hêmanên hevokê yên dîtir jî wisan, gelek nav li wan bûne.

Ev pirbûna navan ji bo yek mijarê şermezarîyeke zanistî ye, ne di şêwezarekî de û ne di zimanekî de jî nayê pejirandin.

Dîsan em ê li pirsa xwe ya derbasbûyî vegerin û ji xwe bipirsin: Bo çareserkirina vê kêşeya aloz, gelo çi ji me tê xwestin ku em bikin û di van şert û mercên heyî de em karin çi bikin?

Berî 50 salan Mamosta Nûrî Elî Emîn ji Cigerxwîn re gotiye : ‘’Seyda, xwe newestîne, xelkên Silêmaniyê pirojeya komîta me ya zimanî qebûl nakin.’’

Piştî 50 salan hîn jî gotina ‘’qebûl nakin’’ ji hin rewşenbîrên Kurd tê bihîstin.

Di sala 2003yê de konfiransa zimanê kurdî li Amedê lidarket. (Ez jî endamekî konfiransê bûm.) Di wiçanekê (bêhnvedanekê) de ez û mamostayê zanîngehekê, em ketibûn gengeşeya zimanê yekbûyî. Mamosta li min nerî û got: ‘‘Ma dibe ku em zimanekî zindî û tekûz ku hezarên pirtûk, govar û rojnameyan pê hatine çapkirin, tune bikin. û li şûna wî zimanekî tune çê bikin? Ma ev dibe, hê…?’’ Wiçan bi dawî bû û gotebêja me jî pê re hate birrîn.

Dewamî Heye…..

XELAT