Helbestvan Suphiye Bulut pirtûka xwe îmze kir

Helbestvan Suphiye Bulut pirtûka xwe îmze kir

Roja 9ê Tebaxê 2025`an li bajarê Stenbolê helbestvana kurd Suphiye Bulut bi merasîmekê pirtûka xwe îmze kir.

Suphiye Bulut derbarê îmzekirina pirtûka xwe de ji govara Xelatê re ragihand; "Îmzeya min li Stenbolê Pirtûkxaneya Medyayê çê bû. Min Pirtûka xwe ya Helbesta bi navê (Ey Ez) îmze kir, di merasîmê de kurdên li Stenbolê amade bûn."

Suphiye Bulut di derbarê naveroka Pirtûkê de axivî û got: Min hestên xwe nivîsîye li ser Kurdistanê, Evînê û Jiyanê.

Di hevpeyvîneke pêştir de digel govara Xelat Suphiye Bulut derbarê nivîsandina wê bi zimanê kurdî de behsa çîrokeke xwe kir û da zanîn ku di sala 1982`an de carekê bi dapîra xwe re diçe zîndana Amedê bo serdana birayê xwe û li wir rê nadin dapîra wê bi kurdî bi birayê wê re biaxive û dibêjin qedexe ye û li ser wê yekê rastî lêdanê tên, wê bûyerê bandor li wê dike û soz dide êdî bi kurdî binivîsîne û yekem helbesta xwe li ser zîndanê nivîsî ye.

Suphiye Bulut, di sala 1963`an li navçeya Dêrîka Mazî ya ser bi Mêrdînê ya bakûrê Kurdistanê jidayîk bûye û niha li Stenbolê dijî û kar û bi xebatên zimanê kurdî û wêjeya kurdî mijûle.

XELAT