EM HEMÎ Lİ VÊ DINYAYÊ DEMANKER (KİRACÎ) NE

Nivîskar: Baqîyê Berûkê
EM HEMÎ Lİ VÊ DINYAYÊ DEMANKER (KİRACÎ) NE
Em kî ne em ji ku hatin emê herin li ku?
Em hemî demanker in ruhê me li bedena me de demanker e, wextê xwedîyê xanîyekî dikanekî dikane xwe xanîye xwe dide demanker dibêje min xanîyê xwe dikana xwe bi awayekê paqij da te divê tu xanîyê min baş biparêzê derîyên min pencerên min neşkênî boyaxa xanîyê min xirab nekî kira xwe wextê xwe da bidî heke ne ez ê te ji xanîyê xwe derxim mirovê demanker jî dibêje belê.
Ka vica werin Ewê xwedîyê qalib û ruhê me Ewê ruh berdayî qalibê me gotiye min ev ruh demenker daye te divê tu wî ruhê baş biparêzî tu wî ruhê ji hemî nebaşêyan bêedebîyan bêbextîyan bêexlaqîyan derewan fesadîyan ji zilm û zorê karê nebaş paqij bihêlî heke ne wextê ez wî ruhê ji te bistînim ez ê van sualan hemîyan ji te bikim û yeko yek hesabê wan ji te bixwazim, gelo ka wê tu yê bikarî hingê wî hesabî bidî? Ne perê te ne milkê te ne qesr û qonaxên te ne mêranîya te ne mirovên te ne bedewîya te ne ilm û feraseta têra vî hesabê nake.
Ê başe wextê em nikarin wî hesabê bidin çima emê wî ruhê qirêj bikin çima ew hesabê em nikarin bidin emê xwe bêxin di bin wî hesabê giran de? Ka em hinekî ji ruhê xwe bipirsin ka me çiqas paqij hiştî ye em hinek muhaseba hal û ehwalê xwe bikin gelo wê çi bersivê bide me? Ez bawerim wê bersivek baş nedê me.
Mademkî em xwe baş zanin û em newêrin muhaseba ruh û hal û ehwalê bikin çima em van qebahetan dikin?
Ka em binêrin yên pêşîya me çûyîn em li Fir'ewnan binêrin em li Nemrûtan binêrin em li Qarunan binêrin em li Seddaman binêrin û hw din.
Gelo em çi ji hev dixwazin ma ev dinya têra me hemîyan nake ma emê çend salan bimînin li vî dinê? Ev zilim ev neheqî ev zordarî ev inkarkirin ev talan ev kuştin ev girtin ev bêexlaqî ev bêujdanî ev wêrankirin ev talankirin ji bo çi?
Eger tu ji Xweda bawer dikî tu dixwazî li ser dînê Muhemmed be tu dixwazî li ser dînê Îsa be tu dixwazî li ser dînê Musa be tu dixwazî li ser dînê Dawud be ka binêre herçar Kitêbên pîroz çi dibêjin? Kîjan Kitêbêde gotiye neheqîyê li birayê xwe bike kîjan kitêbide gotiye mafê insanan binpê bike kîjan kitibêde gotiye derewan bêexlaqîyê bêbextîyê şaltaqîyan bike, kijan kitêbêde gotiye ew zimanê Xwêda dayê mirovan û ew ziman ji ayetê Xweda ne û wekî şêrê dîya wan li wan helale wî zimanê qedexe bike û inkar bike?
Eger tu ji Xweda û ji van herçar kitêbên pîroz jî bawer nakî ma tu ji exlaq ji insanetî yê ji ujdan û insafê jê bêparî ma tu nizanî tu yê rojekê bimrî wê piştî te le'net li te were kirin ma te ewên pêşîya xwe nedîtin çi hate serê wan çawa ketin li bin wî erda sar û mal û milk û sera û qonaxên wan ji xelkê re man û kesek fetiheyekî li ser ruhê wan naxwîne, herkes le'netê li wan tîne me evqas ibret ji bo te ne bes e ma çavên te kor guhê te kerr zimanê te lal bûye tu nabînî nabihisî ma kesekî rojekî ji te re behsa wan zaliman nekir ka çi hatîye serê wan? Xwedê me ji wan zaliman wan bêujdanan wan bêexlaqan nehesibîne Xwedê heqê mazluman li zaliman nehêle û nahêle Amîn.
Xelat