Efrîn kilîta rêka azadiyê û serfiraziyê ye

Efrîn kilîta rêka azadiyê û serfiraziyê ye

Nivîskar: Mihemed Xelîl

 Karesata bi ser Efrînê da hatî pir cara bi ser Kurdan ra derbas bu ye li başurê Kurdistanê di dawî anîna şoreşa eylulê û koçkirina milyonî û li bakur û rojhilatê Kurdistanê  bi caran xişima giran ser gelê me da hatî .

Ciyê lê bihoriyê ye ku  eger xişim ser me da tên berpirsiyarên me bi mera ne zelalin , kêmkasiyên xwe û şaşiyên xwe ji gel vedişêrin ew jî dibe ûşta kêm baweriyê bi berpirsiyarên tevgera re . Pêwîste lêkolînên rast û dirust werin  kirin û tiştên buyî werin ron û zelal kirin , ne wek em dibînin tên serpeçinandin , ew kesên bune ûşt werin dadgeh û siza kirin.

 Bi daxewe tu cara tiştî wisa ru neda ye û harpak durî pirs û dadgeh  û seza yan dimînin . Ta niha em nizanin bi rastî çi bi serê me hatiye û em kê bi ku gihînin . Gaz û gazincên me kes dibhîse yan na , em nizanin , çi bi serî me kê werê ne diyare û em nizanin .

Li gor em dibînin Qesed di nav rijala Dêrazorê da gêj û winda bu ye. Rojekê bervê xwe nadê rojavaya Ferêt û êş û azara gelê li wir ji nêzîk va bibhîse û rewşa Efrîniyan di zîndana malan da pê bihese. Çavên me li benda wa rojê ne.

Eger Efrîn rizgar nebe  bakur rojava ya Suriyê û Herêma Kurdistana federal û Qendîl jî hemo bi destî Turkan têne dagîrkirin  û hemo nîşteciyên Kurd,  Ereb, Suryan Aşur û Ermen ên werin koçberkirin û Turkên Îgur, Teter, Ozbek, Qirxîz , Turkmen  û Kazax dê  li şunê wan werin bi cih kirin . Kurdino bibin yek û Efrînê rizgar bikin û peymana millî Turkî pûç bikin . Efrîn kilîta rêka azadiyê û serfiraziyê ye.