Divê em hemû rojên salê bikin Roja Zimanê Kurdî (4)
![Divê em hemû rojên salê bikin Roja Zimanê Kurdî (4)](https://www.xelat.org/uploads/images/2024/05/image_750x_6644c14313ecb.jpg)
Nivîskar û Helbestvan: Merwan Berekat
Divê em hemû rojên salê bikin Roja Zimanê Kurdî (4)
▪Bi komkujî, talan û koçkirina bi darê zorê dijminan nikarîn em tune bikirana û ne jî dikarin. Lewra bi pilangerî û bê rawestandin berê xwe dan şerekî dijwar bi zimanê Kurdî re yê ku hebûna me wek netew diparêze. Li hember şerê wan ê ne mirovatî her Kurdê ku berketiyê hebûna xwe û neteweya kurdî ye, divê bi hemû kanebûn û zanebûna xwe xwedî li zimanê Kurdî derkeve. Bêguman erkekî pîroz e.
▪Kurdên ku dibêjin "kînga em bûn xwedî dewlet, emê hînga bi zimanê xwe bixwînin", bila baş bizanibin miletê ku zimanê xwe pîroz nebîne û neparêze ti carî nikare dewleta xwe ava bike. Ji berî xaknîgariyê ziman welatê me yê netewî ye.
▪Nivîskarên ku dibêjin "ji ber ku zimanê Kurdî lawaz û ne dewlemend e, lewra têra derbirînên hest, raman û xelyalên me nake", Ew gunehkariyeke pir mezin di dermafê zimanê Kurdî de dikin. Bila li xwe vegerin ê bibînin ku pirsgirêk di mejiyê wan de ye, ne di zimanê kurdî de ye.
Efrîn: 18. 05. 2024
********
Bi boneya Roja Zimanê Kurdî (3)
▪Endamên yekîtiyên nivîskar, rewşenbîr û rojnamevanên kurd in. Lê zarokên xwe naşînin dibistan û zanîngehên kurdî. Vêca dibêjin em berketiyên zimanê Kurdî ne û Roja Zimanê Kurdî jî pîroz dikin!!!
▪Di komîtên rêvebir ên partiyên kurdî de kar dikin. Dibêjin em netewperwer in..Lê zarokên xwe naşînin dibistan, kors û zanîngehên kurdî. Car hevokan jî bi zimanê Kurdî nanivîsin. Vêca Roja Zimanê Kurdî li gelê Kurd pîroz dikin!!!
▪Li Çiyayê Kurmênc di dibistan, peymangeh û zanîngehan de xwendin bi zimanê Kurdî bû. Bi roj û şev şerê xwendina bikurdî dikirin. Piştî ku tarîperestan Çiyayê Kurmênc dagîr kirin û avahiyên dibistan, peymangeh û zanîngehan kirin cihê çetetiyê û Kurdî qedexe kirin, gotin me Efrîn rizgar kir. Vêca Roja Zimanê Kurdî pîroz dikin!!! Em têra xwe miletekî seyr û seyr in.
Efrîn: 16. 05. 2024
XELAT