Silêmanî: Yekemîn Kernevala Werzişî ya Efrînê Birêve çû

Silêmanî: Yekemîn Kernevala Werzişî ya Efrînê Birêve çû

Encumena Penaberên Kurdên Rojava-Sûriye lidarxistina kernavala werzişî ku bi (Kernevala Werzişî Ya Efrînê bi nav kirine) bi pêngaveke girîng û serfiraz nirxand.

Duh roja înê 11-10-2024`an li bajarê Silêmaniyê di Yarîgeha Çarbax(Mesbeh) nêzîk yarîgeya mezin a Silêmaniyê de, yekemîn kernevala werzişê ya Efrînê birêve çû. Di wê kernevalê de, tîma topê ya Kurdaxê (Çiyayê Kurmênc) li hemberî tîma topê ya Dilê Efrînê 4-3 `an bi serket.

Di wê kernevalê de, gotarên nûnerên beşdarvanan ku ji wan gotara serpereştyarê Kernevalê Rêzan Gemrûkî pişt re yê Hozan Efrînî Serokê Encumena Penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê û Cudî Şêxo nûnerê Hilbijadeya Efrînê li Diyaspora û Samî Çeqela kaptinê  Dilê Efrînê û Şiyar Xelîl nûnerê  Tora Werzêşa Efrînê û ya Hesen Ehmed şivanê dêra Anbabtayîs li Silêmaniyê.

Di wê barê de, Serokê Encumena Penaberên Rojava-Sûriye (Hozan Efrînî) ji malpera Xelata Kurmanca re ragihand; Me bi hemahengî bi Hilbjarteya Efrînê ya Werzişî re li gel tîpa werzişî ya Kurdaxê (Çiyayê Kurmênc) û Dilê Efrînê dest bi projeya kernevaleke werzişî kir ku di xizmeta ciwanên kurd de be û wek pêngaveke werzişî ji civaka penaberên kurdên Rojavayê Kurdistanê re be û ev yek duh pêkhat û serkeftin parê me hemûyan bû û bi taybet ya tîma topê ya Kurdaxê (Çiyayê Kurmênc) bû, em li wan û li xwe pîroz dikin.

Serokê Encumena Penaberên Kurdên Rojava-Sûriye Hozan Efrînî derbarê girîngiya lidarxistina Yekemîn Kernevala Werzişî ya Efrînê de wiha nirxand: Ev pêngav cara yekeme ku karnavala werzîşê ya fermî bi navê yekemîn karnavala werzîşê ya Efrînê li Herêma Kurdistanê û bi taybetî li bajarê Silêmaniyê di bin sîwana Yaneya Topa Pê ya Efrînê li Diyasporayê ye, bi hevkariya Encumena Penaberên Rojava - Sûriye û Tora Werzîşê ya Efrînê tê û Tîma topê ya Kurdaxê hate lidarxistin ku ev pêngav gelek girîng û cihê serfiraziyê ye. Bi taybet hatina Tîma Topê ya Dilê Efrînê ku ji Hewlêrê hatin bo Silêmaniyê û beşdarbûna bi sedan ciwan û kesayetiyên penaxwez û penaberên kurdên Rojavayê Kurdistanê bû.

Hozan Efrînî di dirêjahiya daxuyaniya xwe de ji Xelatê re got; Di vê kernevalê de, lîstineka dostane di navbera tîma topa Dilê Efrînê û Tîpa Kurdaxê (Çiyayê Kurmênc) de birêve çû ku di encamê de, tîma Kurdaxê 4-3 li hemberî Dilê Efrînê bi serket.

Her weha hunermendê Efrînî yê naskirî kak (Selah Hecî ) û orgjen (Alan Alkî) jî beşdarî karnavalê bûn û bi dîlana Çiyayê Kurmênc dawî bi kernavalê hat kirin.

-Wêne; Bekir Teho û -Mîlad Helebî

Tîma Dilê Efrîn ya li Hewlêrê

Tîma Kurdax ya li Silêmaniyê

Xelat-Roşîn Serêkanî