Bi boneya Roja Zimanê Kurdî çend têbînî..

Bi boneya Roja Zimanê Kurdî çend têbînî..

Nivîskar û Helbestvan: Merwan Berekat

Bi boneya Roja Zimanê Kurdî çend têbînî (1)

 

▪《Zimanê dayîkê, zimanê dayê, zimanê dêkê, zimanê zikmakî, zimanê anê, zimanê dê, zimanê dayîka min》, ev  navlêkirinan hemû şaş in. Navlêkirina rast ev e: ZIMANÊ DAYÎK.

▪《Cejna zimanê Kurdî, navlêkirineke şaş e. Navlêkirina rast ev e: ROJA ZIMANÊ KURDÎ.

▪Ziman 《nasnama》gelan e. Bikaranîna peyva nasname ji bo zimên şaş e. Ya rast û durust divê em peyva "nasnametî" bikar bînin.

    Zimanê Kurdî  nasnametiya me ya netewî/ neteweyî ye. 

▪《Ziman ji bo me hebûn e. Gelo çi û kîjan zimana? Ya rast û durust em bibêjin: Zimanê Kurdî/Kurdî ji bo me hebûn e.

▪Hin Kurd bi zimanê Erebî, Tirkî û Farisî helbest, çîrok, roman, lêkolîn û hwd dinvîsin û yek berhemê bi Kurdî nanivîsin. Vêca behaneya wan dibêjin ku zimanê Kurdî lawaz, paşdemayî û ne zimanê zanistê ye!! 

 Guh nedin wan kesan ji ber ku mejiyê wan bi çanda bindestiyê hatiye hêvankirin. Ya din pirsgirêk ne di zimanê kurdî de ye, lêbelê di mejiyê wan de ye.

 Efrîn: 14. 05. 2024

--------------------------

Bi boneya Roja Zimanê Kurdî (2)

▪Heger mirovan ziman neafirandiba, dê wekî  meymûnan bimana û nikarîn şaristanî ava bikirana.

▪Heger bav û kalên me zimanê Kurdî bi şêweyên curbecur neparastibana, emê wekî berfa buharê bihelîna û neteweya kurd nedima.

▪Şerê me yê mezin û dijwar li hember dijminên Kurd û Kurdistanê parastina zimanê Kurdî ye. Heger em di vî şerî de biser nekevin, emê hebûna xwe derdin.

▪Her malbateke Kurd di mala xwe de bi zarokên xwe re bi zimanê Kurdî deng dike, ne kêmtirî heftê salî temenê zimanê Kurdî dirêj dike.

▪Kurdên ku "Roja Zimanê Kurdî" bi zimanê Erebî, Tirkî û Farisî pîroz dikin, ji xwe re bi xwe dikenin.

▪Kurdên ku jiyana xwe bexşî fêrkirina zimanê Kurdî kirine, pêxemberên neteweya xwe ne.  

    Bêguman em bi wan serbilind û şanaz in.

Efrîn: 15. 05. 2024

 XELAT