Plana Reş
Helbestvan: Kubar Hawar
Pêncî û heşt rojan pertew
ji bejna bajêr winda bû
Gulzeytûna şîn şehîd dibû
bi hezar û sedan bû
Kuştin bilbilê şeyda, stran û
xwendin li biharê nema bû
Bilûra şivan û awazên çûkan û
nêrgizên çiyayan li Xweda bû
Pişkuvîna kulîk û çîçekan bi
zimanê Arî û Mîdya winda bû
Dixulxule xwîn, vedigerî û
kaniyên zûha xwêdan da bû
Çîrok û metelok ne Efrîn bû
ew windakirina kurdan tevan bû
Di landik û dergûşa Kurmancî de
tenên zeytûnê weke xwe bû
Pêlên berxwedenê dikeniyan
dil bi dildariya xwe dilşa bû
Heftê û çar fermanan û fermanekî nû
bi destên stemkaran peyda bû
Tev şer, ceng, lêdan, kuştin, seqem,
serma, bêbextîyek li bihuştê rabû
Rovîtî, hovîtî bi diranên tûj li dora
hêlîn û dergûşan geriya bû
Li ber top û tivingan libhinar û
zeytûnan dilîliyan neteqiya bû
Di hembêza plana reş de
bajarê sêwî bûka xewnên şeva bû
Qurşînên dijmin weke barana
reş li nav tenikiya ewran bû
Rojeşevekê em bûn penaber
kilîta deriyê me winda bû
Gupik kirin rêya koçberiyê
dilê dijimin li me şad bû
Ava kirin konên bê derî
ne xewna bûk û zava bû
Barê Zeytûnistanê giran e
lavêj li asîman û Xweda bû
Bi morîk û tizbiyên zeytûnî
ew xwediyê bedewbûna xwe bû
Dar, kevir, ax, çem û robar, hewa
û ba, kurmancî fîstanê xwe bû
Ey kurdino! Keziyek zeytûnî bi
serwet, saman, zîv û zêra bû
Zarokên Arî bînin bîra xwe
çawa tu Împeratoriya serbixwe bû
Berî ol, dewlet, partî û siyasetê
tu navneteweke serdest bû
Xelat
