Pirtûkeke nû ya Zeynelabidin Zinar derket
Nivîskar û lêkolînvanê kurd (Zeynelabidin Zinar) pirtûkek nû bi navnîşana (Ferhenga BÊJEBÊJÊ) temam kir û ji çapê derket.
Zeynelabidin Zinar li ser rûpela xwe ya tora civakî feysbokê weha dibêje:
Spas ji bo Yezdanê Dilovan
Jimara pirtûkên min gehane 152yan.
Sal 1985, min dest bi berhevkirina peyvên kurmancî kiribû.
Lê bi awayekî çalak, min sal 2004-5 lê domandiye.
Di ferhengê de li dora 40 hezarî peyvên sereke hene û bi giştî li dora 300 hezarî ne.
78 çavkanî hene ku peyv ji wan hatine wergirtin;
Bi piranî klasîkên Kurdî, Folklor û wekî din.
Zayenda hemû peyvan weke nêr û mê hatine kifşkirin.
Heta niha bi vî rengî min ferhengên kurdiya kurmancî nedîtine.
Bawer dikim wê sûdeke mezin bide Çanda Kurdî, xasma kurdiya kurmancî.
(Ji ber nebûna aborî, hindik hejmar hatine çapkirin.)
Jimara rûpelên Ferhengê 1018 ye.
Kaxezê rûpelan 70/gr û ciwan e.
Bergê wê 300/gr û rengîn e.
Mîzanpa û pergala rûpelan: Z. Zinar
Wêneyê li ser berg: Serdar Kaya
ISBN: 9789187787 61 4
Weşanxane: PENCÎNAR Weşanxaneya Çanda Kurdî 2025, Stockholm
Li zimanê Kurdî û li Pirtûkxaneya Kurdistanê pîroz be.
13/ 11/ 2025

Xelat
