Ey Reqîb çawa bû sirûda neteweyî?

 Ey Reqîb çawa bû sirûda neteweyî?

Nivîskar: Bextiyar Seîd

 

Her welat û neteweyek xwedî sirûda xwe ya neteweyî ye. Ev sirûd dibe nasnameya gelê Kurd û sedema nasîna gelan û ev peyv ji bo gelê Kurd jî derbasdar e. Komara Kurdistanê li Mihabadê û çawaniya hilbijartina sirûda "Ey Reqîb" wekî sirûda neteweyî, yek ji bûyerên herî girîng ên dîroka hemdemî a Kurd de. Ew bûyere nîşaneya gihêştina xebata netewî a Kurd e bi qonaxekî nû ya siyasî û ferhengî.

Di sala 1945an de, Partiya Demokrat a Kurdistanê di bin serokatiya Pêşawa (Qazî Mihemed) de hate damezrandin, bi armanca sereke ya bidestxistina xweseriya Kurdistanê bûye.

Di 22ê Kanûna duyemîn sala 1946an de, Pêşawa Qazî Mihemed bi fermî li meydana Çarçira ya bajarê Mihabadê ya Rojhilatê Kurdistanê bi amadebûna deh hezaran kesan ji hemû çîn û texên Kurdistanê bi fermi damezrandina Komara Kurdistanê ragihand.

Ev bûyer bû cejnek neteweyî ya mezin. Ji bo cara yekem di dîroka nûjen de, Kurd karîbûn bibin xwedî hebûnek siyasî ya serbixwe bi ala xwe û sirûda xwe ya neteweyî, artêş (Pêşmerge) û hikûmeta xwe.

Her weha Hilbijartina sirûda "Ey Reqîb" wekî sirûda neteweyî yek ji biryarên sembolîk ên komarê bû.

"Ey Reqîb" Helbesta helbestvanê navdar ê kurd (Dildar)e ku di sala 1938an de li zindanê hatiye nivîsandin, di demek kurt de di nav çalakvanên siyasî û xwendekarên li hemû beşên Kurdistanê de belav bû.

Wezîrê Rewşenbîrî ya komara Kurdistanê (Menaf Kerîmî) û çend rewşenbîrên din pêşniyar kirin ku "Ey Reqîb" bibe sirûda fermî ya Komara Kurdistanê. Ev pêşniyar ji aliyê Pêşawa Qazî Mihemed û endamên hikûmetê ve bi germî hate pejirandin.

Sirûd bi zelalî behsa mayîndebûna neteweya Kurd dike. Zimanê xwe sade û ji hêla her kesî ve hêsan bû ku were jiberkirin û gotin.

Ew bi awazek bicoş û şoreşgerî hate danîn ku moral bilind dikir.

Helbest berhema têkoşîna nifşek nû ya rewşenbîr û têkoşerên Kurd bû, ku li gorî ruhê komarê bû.

Yûnis Reûf, ku bi navê (Dildar) jî tê nasîn sala 1918`an li bajarê Koyê ya Başûrê Kurdistanê di 20ê Cotmeha 1948 li Hewlêrê helbestvan, parêzer û çalakvanekî siyasî yê Kurd bû. Sirûda Ey Reqîb di temenê xwe ya 28 saliyê de li zîndanê çêkiribû her weha bi 2 sal berya mirina wî wekû surûda nîştimanî ya komara Mihabadê hat pejirandin û heya roja îro li her çar aliyê Kurdistanê bi zaravayê Soranî û Kurmancî ji aliyê Kurdan ve bi sirûda nîştimanî tê naskirin.

Xelat/ Kurdistanî Nwê