Keça şehîdê serkirde Rojîn şehîd Ezîz Çerkez mêvana Xelatê ye
Îro şemî 22/11/2025, li bajarê Silêmaniyê keça şehîdê serkirde yê Rojavayê Kurdistanê û şehîdê YNKê (Rojîn şehîd Ezîz Çerkez) serdana navenda Xelatê ya li borda ragihandinê kir.
Rojîn xan ji aliyê stafa xelatê ve bi germî hate pêşwazî kirin û behsa şehîdê serkirde Ezîz Çerkez û tekoşîna xwe ya di nava şoreşa nû ya YNKê bi serokatiya Rewanşad Mam Celal hate kirin.
Rojîn şehîd Ezîz Çerkez axivî û got: Ez karê we wek Xelata Kurmanca bi karekî pîroz dibînim û cihê rêz û teqdîrê ye û ez kêfxweş bûm dema ku min karê we yê xelata kurmanca dît.
Her weha Rojîn xan spasiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê kir ku giringiyê dide bi xebatên kurmancan û şehîdên xwe û tu carî xwîna şehîdên xwe jibîr nake her weha her piştevanê tekoşîna Rojavayê Kurdistanê jî dike.
Şehîd (Ezîz Çerkez) ji bajarê Amûdê ya Rojavayê Kurdistanê ye û endamê Mekteba siyasî ya Partiya Sosyalîst a Kurd li Sûriyê bûn ku hevpeymanê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bûye û di dema pêketina şoreşa nû bi serokatiya (Mam Celal Talebanî) şehîd Ezîz Çerkez tevî du hevalên xwe yên din (Xalid Xelîl ji Efrînê û Hisên Ehmed ji Amûdê) wek pêşmerge berê xwe dan çiyayên Kurdistanê ji bo piştgîrtiya birayên xwe li başûrê Kurdistanê û şoreşa nû ya YNKê û di naverasta meha cotmehê 1977`an digel bidehan pêşmergeyên YNK`ê li karesata Hekarî şehîd bûn.
XELAT
