Zanayekî Kurd Xelateke Zêrîn Bi Destxist

Zanayekî Kurd Xelateke Zêrîn Bi Destxist

Zanayê Kurd (Alan Semrand) xelata zêrîn a pêşbirika iGEM a Navdewletî ya Endezyariya Genetîkê bi dest xist.

Lêkolînerê Kurd Alan Semrand, ji bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê, di pêşbirka navneteweyî ya endezyariya genetîkî ya iGEM de, ku li Parîsê hate lidarxistin û di tîma Zanîngeha Osloyê de madalyaya zêrîn bi destxist.

Alan Semarand, xwendekarekî lîsansê yê bilind li Beşa Biyolojiyê ya Zanîngeha Osloyê ya Norwêcê, bi tîma xwe re beşdarî projeyek nûjen bû ku jêhatîyên wî yên teknîkî û lêkolînê nîşan da.

Ev xelat kapasîteyên zanistî yên lêkolînerên Kurd di warên zanistî yên nûjen de piştrast dike û asoyên fireh ji bo hevkariya akademîk û nûjeniya zanistî li ser asta cîhanî vedike.

 

Xelat