Buhayên me di axa şehîdan de ye
Nivîskar: Roza Dilşad Merîwanî
Bi bîranîna şehîdên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de, ev yek weha li min dike ku bîr li wan Kurdan bikim ku koçber bûne û amade ne ku li ser sînoran ji birçîbûn û sermayê bimirin, tenê ji bo ku ji vê axê dûr bikevin û bigihîjin Ewropayê.
Bi rastî qet min nexwestiye ku li ser vê yekê biaxivim ji ber ku ez baweriya xwe bi koçberiyê naynim û tenê koçberiya ku min dihejîne koçberiya ji bo jiyana xwe ye, ku tê vê wateyê ku hûn an dimînin an dimirin weku komreva mezin a sala 1991 ku ez yek ji wan zarokan bûm digel dayîk û xwîşk û kesûkarên xwe ji bo cane xwe me koç kir ya baştire bêjim reviyan eve yan ew koçberiya dê û bavê min ji rejîma Baasê ber bi Ewropayê ve bi salan berî ku em ji dayik bibin?
Lê cudahiya di navbera koçberiya ku me ji bo jiyana xwe kir û koçberiya ku hûn ji ber her sedemek din dikin de ev e ku her çend gefa li ser jiyana me hatibe rakirin jî, em vegeriyan û nekarîn ji vê Kurdistanê dûrkevin.
Mîna vegera Dilşad Merîwanî, ku çend sal şûnda ger ew razî bibûya ku li Ewropayê bimîne, ne dihat girtin û ne jî îşkencekirin û ne jî cara dawî dihat şehîdkirin, wî dikaribû jiyanek bextewar û bêtirs li Ewropayê bijî, lê wî difikirî ku ew kêfek vala û bêtahme, wî nikaribû di jiyana bi tenê û xerîb û bêtahm a Ewropayê de bijî, wekî ku ew di helbesta xwe ya bi navê "Buha" de pir baş rave dike ku bihayê wî bihayê neteweyê ye wate ew bi wî milet û axa xwe nirxê xwe heye, li dûrî û xerîbiyê de ew Dilşad Merîwanî nîne, belkû ew tenê serê reş ê dine ku xêr û bêrê welatekî xerîb belaş dixwe.
Ma bijardeyeke din li pêşiya wan hebû?
Bê guman, Dilşad Merîwanî û hemû şehîdan bijardeyeke din li pêşiya wan hebû ku jiyana xwe rizgar bikin û bijîn, lê wan ji xwe, zarok û xizmên xwe bêtir ji ax, welat û neteweyê hez dikir. Wan em nehilbijartin, belkû di şûna wê de, wan Kurd hilbijartin. Dibe ku gelek kes hebin dikarin bibêjin ku wan biryarek şaş daye, yan ez, wekî keça şehîdekî ku tenê çar sal û nîvan ku Dilşad Merîwanî bavkatî ji min re kir, dizanim ku eger hemû dunya ya min be, ez nikarim wê ji bo kêliyekê jî bi bavê xwe re biguherînim? Carinan jî ez bîra wê yekê dikim wî cima weha kir?
Lê di dawiyê de ez fêm dikim ku wî dixwest cîhanek din cîhaneke baştir pêşkêşî me bike, nimûneya herî hêsan ev e ku heke ew şehîdane nebûna, dibe ku ez îro nikaribim di rojnameyeke Kurdî de bi Kurdî binivîsim, ji ber vê yekê ez jî li ser rê û rêbaza wî mezin bûm. Ez qet nikarim xeyal bikim ku li welatekî xerîb bijîm.
Ez pir caran wan gotinan dibihîzim ku li ser başî û bextewariya jiyanê li Ewropayê dikin. Gelek caran em û ew ên ku biryar dane ku bimînin, wekî bêhiş têne hesibandin an jî difikirin ku em ji têrî de naçin û me biryar daye ku em bimînin, bê guman, mîna her Kurdekî li vî welatî, em ji dest krîzên ku rojane û berdewam diqewimin dinalin ku rojane berdewamin û hene.
Lê me jî, li ser rêbaza bavê xwe û hemî şehîdan, biryar da ku em bimînin û zarokên xwe li vî welatî mezin bikin û ji bo pêşerojek çêtir şer bikin, li şûna ku em wî welatî bicî bihêlin û hewl bidin ku wê rast bikin.
Çareserî ne ewe ku hemû biçin
Çareserî ne ew e ku hemû tişt biterikînin û bicin, çareserî ew e ku hewl bidin ku yên xirab bi hemû başiyan re jê bibin û ji bo wan nehêlin raste ev wêraniye ne bi dilê me ye, lê ew milkê me ye û divê em wê sererast bikin. Nirxa me di vê axê de ye. Qehreman ew e ku li vir dimîne û şer dike.
Ne ku ew li Ewropayê rûniştiye û şîretan dide me û ji wir rexne li vî welatî digire, qehreman ew e ku naçe ber destê welatekî biyanî û bi neheqî xêr û bêrên wê naxwe.
Vê wêraniya ku Dilşad Merîwanî û hemû şehîdan nekarîn jê birevin û dizanibûn ku ew ê tê de şehîd bibin, ew ji bo me çûn û ew milkê me ye û divê em ji bo wê bixebitin û wê sererast bikin.
Ez bi xwe qet nikarim ji vî welatî dûr bim ku hemû hezkiriyên min lê ne, ez nikarim ji axa ku gora winda ya Dilşad Merîwanî û hemû şehîdên ku xwe ji bo wê feda kirine dûr bim.
Ji ber vê yekê, bi vê boneyê, bi hezaran silav ji bo giyanê şehîdên Yekîtiya Nîştimanî û hemû şehîdên tevgera rizgariya Kurdistanê dişînim.
Têbînî: Ev gotar ji bo Roja Şehîdên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) hatiye nivîsandin û di 21/11/2023an de di rojnameya Kurdistan Nwê de hatiye weşandin.
Xelat
