Peyama Letîf Nêrweyî di Konferansa Diyaloga Kurd-Kurdî De

Peyama Letîf Nêrweyî di Konferansa Diyaloga Kurd-Kurdî De

Konferansa diyaloga Kurd-Kurdî û yekîtiya neteweyî bi beşdariya 215 kesayetên siyasî, rewşenbîrî û akademîk ji her çar parçên Kurdistanê û derveyî welêt bi serkeftî birêveçû. Endamê serkirdayetiya YNKê û berpirsê borda ragihandinê Letîf Nêrweyî tê de axivî û got: "Serok Bafil Celal Talebanî dirêjpêderê rêbaza Serok Mam Celal e û sê salin peyama lihevhatin û yekîtîyê arasteyî partîyên sîyasî yên Kurdistanê dike."

Di konferansa ku ji aliyê 14 komele û rêxistinên Kurdên Qefqasyayê yên li welatê Azerbaycan, Ermenistan, Gurcistan, Rûsya, Belarûs, Qirgizistan û Kazakistanê ve wekî federasyoneke neteweyî hate organîzekirin. Gotara nûnerê heşt hêzên serekî yê her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat û hêjmarek kesayetên siyasî û nîştimanî hatin pêşkêş kirin, Letîf Nerweyî, endamê serkirdayetiyê û berpirsê borda ragihandinê yê (YNKê), di gotarekê de bi rêya vîdyokonferansê got:

"YNK her tim danûstandin û pêvajoya aştiyê wekî tekane rêya çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên bi hikûmeta federal û welatên cîran re didît û ji bo vê armancê xebitiye û her tim bi yekîtîya gelê Kurdistanê re bûye."

Got jî, "Eger Kurd nikaribin rasterast diyalogeke Kurd-Kurdî bikin, bê guman dê ne hêsan be ku bi neteweyên li dora me re diyalogeke serketî encam bide."

Nêrweyî di berdewamiya gotara xwe de, behsa bangewaziyeke dîrokî ya Serok Mam Celal di dawiya sala 1977an de kir, ku ji bo hemû partîyên sîyasî yên li her çar perçeyên Kurdistanê hatibû şandin, ku armanca bangewazîyê xurtkirina giyanê yekîtî û hevgirtinê bûye. Her weha di destpêka Kanûna Pêşîn a heman salê de, lûtkeya hêzan li Beyrûtê paytexta Lubnanê pêk hat.

Di destpêka salên 1990î de, bi destpêşxerî û navbeynkariya Serok Mam Celal, di navbera Tirkiye û PKKê de agirbestek hat ragihandin. Agirbest çend caran hate dirêjkirin û pêvajoya aştiyê çend gavên pratîkî hatin kirin lê mixabin piştre dîsa şer destpê kir ku di berjewendiya tu aliyekî nebû.

Nerweyî tekez kir ku Serok Bafil Celal Talebanî dirêjpêderê heman rêbaza Serok Mam Celal e û sê salin peyama lihevhatin û yekîtiyê arasteyî aliyên siyasî yên Kurdistanê kir. Weku YNK em digel çareserkirina aştiyane a doza kurdî ne li her çar parçeyên Kurdistanê.

XELAT