Helbestvanekî kurd di buyereke hatûçûnê de jiyan ji dest da

Helbestvanekî kurd di buyereke hatûçûnê de jiyan ji dest da

Duh roja duşemê li welatê xerîbiyê li Holandayê, di encama buyereke hatûçûnê de, helbestvan û hunermendê navdar ê kurd (Tîmaf Efrînî) jiyana xwe ji dest da.

Li gorî Tora Nûçeyên Werzişa Efrînê, li Holandayê helbestvanê mezin ê kurd Tîmaf Efrînî di encama buyereke hatûçûnê de, bi giranî birîndar bibû, dema rewaneya nexweşxaneyê kirin, ji ber giraniya birînê, mixabin, jiyana xwe ji dest da.

Helbestvanê kurd Tîmaf Efrînî kesayetiyekî kurdperwer û Efrînperwer bû, bi giyanê Kurdistanî, her dem helbestên xwe pêşkêşî dost û alîgirên xwe dikir. Xêrxwez û mirovdost û civakdost bû.

Em jî wek stafa Xelatê, serxweşiyê li tevahiya malbata helbestvanê nemir Tîmaf Efrînî dikin û hevbeşê xem û xemgîniya wan in.

Xelat-Taybet