Jina azad di navbera civak û desthilatê de

Nivîskar: Hozan Efrînî
Roja Cîhanê ya jinê li tevahiya jinên kedkar û aştîxwaz pîroz be Roja 8ê Adarê yê pîroz û watedar, tenê li hêjayî van jinan ye, jinên şoreşger û kedkar ku xemxwerê parastina jiyana jinê xwe ne, ew rastiya jinan didin nîşandan û nûneretiyê dikin.
Jinên kurd ji dîroka borî û heya Roja jina cîhanê li jinên xwedî erk û xebat û tekoşîn pîroz be. Zîn, Leyla Qasim, Xecê,Zîlan, Arîn, Hebsexana Neqîb, Fata Reş, Deyfe Xatûn.
Roja 8'ê Adarê li jinên stemkar xwedî jehr û ne pak naye pîroz kirin, ew cihê nefret û neletê ne.
Her weha yek ji wan jinên ku li dijî mirovan bû ye û pir stemkar û hov û xwînvexwar, Sebîhe Kokcin ku yekemîn firokevana Tirkan bû di dema serkotkirin û jinavbirina serhildan û şoreşa Dêrsimê ya pîroz de erkdarbibû, bi awayekî hovane û pir bi dujmantî bombebarana mal û gundên kurdên aştîxwaz kiribû. Di rastiya bûyerên dîrokê de mirov dikare di vê rojê de, nefret lê bîne. Ji ber ku jineke azad û kedkar nebû, ew jineke stemkar û neyara azadîxwazan bû. Gelek jin hene, ne hêjayî roja jinê ne, ew hêjayî avêtina li ser serguyê dîrokê ne.
8'ê Adarê ku roja jinê cîhanî ye, ez di serî de li dayîka xwe a mîhreban û li meta xwe, xaltîkên xwe û hevjîn û keîka xwe pîroz dikim.
Her weha li yekemîn mamoste û perwerdekara jin li Rojavayê Kurdistanê dayîka Efrîniyan Necah Silêman jî Pîroz dikim û temenek dirêj û tenduristiyeke baştir jê re dixwazim. Hêjayî gotinê ye ku Necah Silêman dayîka dermankar diktor Ferhad Nasan e. Hevjîna nemir pazer û siyasetvanê dêrîn yê Rojavayê Kuristanê Şewket Nasan ku yekek ji damezrênerê tevgera kurdî li Rojavayê Kurdistanê ye. Ez gelek kêfxweş û serfiraz im ku min ew sembol di sardana xwe ya 2017`an de dîtibû di heman demê de jî me hepevîneke vîdoyî ji dîrokê re jî pê re sazkiribûm.
Li Herêma Kurdistanê jî, ez li jina ronakbîr Gelawêj Xanê û keçka wê a şoreşger û jêhatî dade Hêro Xanê jî pîroz dikim.
Salvegera 8’ê Adarê Roja Jina Cîhanê
Di serî de, ez salvegera 8’ê Adarê ya Jina Cîhanê li tevahiya jinên Kurd û Kurdistanê û Cîhana pêşketî pîroz dikim û serkeftin û serfiraziyê û jiyaneka azad a rasteqîne ji wan re dixwazim.
Di rastiya felsefeya parastin û xwedî derketina li maf û azadiya jinan, pêwîst e her kes li bendên serke yên Danazan Gerdûnî Ya Mafên Mirovan vegere û li gor wê bilive û tevbigere.
Ji bo ku em rastiya binpêkirina doza jinê nas bikin û xwedî lê derkevin, dibe ku em li gorî prensîpên parastina xalên sereke yên mafên mirovan binrxînin, herî kêm dibe ku mirov hinek li bendên Danazana Gerdûnî Ya Mafên Mirovan binerin û li gor rastiyên civakî binirxînin.
Bend 1
Hemû mirov azad û ji aliyê maf û rûmetan ve wekhev tên dinyayê. Xwedî hiş û wîjdan in û divê bi hestên biratiyê nêzîkayî li hev bikin.
Gelo eger em li rewşa jinan li Rojhilata Navîn binêrin û li gor vê xalê binirxînin, wê çi ji me re bê xweyakirin, encamên wê çi ye? Gelo wê demê rêjîma Be’es yê Sûrî li çi astekê tê derizandin? Cvaka navnetewî çiqas tawanbar e li hemberî bêdengiya xwe ji komkujiyên rêjîma Sûriyê li dijî jinan.
Bend 3
Jiyan, azadî û ewlehiya kesanî, mafê her mirovî ye.
Bend 5
Li tu kesî îşkence û stem nayê kirin, bi kirînên derî mirovanê û rûmetşikên nêzîkayî lê nayê kirin û ceza lê nayê birîn.
Rêjîma Be’esê komkujî derheqê jinê kiriye
Başe eger em li gor herdu bendên 3 û 5’ê, rewşa jinan li welatên ku Kurdistan dagîrkirine binirxînin, wê encamê wê çi be?
Gelo çiqas azadiya jinan û ewlehiya jiyana wan di welatên Sûriye, Êraq, Êran û Tirkiye de, tên parastin û jê re rêz tê girtin?
Lê di raperîna Rojavayê Kurdistanê de, ya sala 2004’an, Jina Kurd Ferîde Ehmed bi guleyên hêzên ewlehiya rêjîma Sûriyê li bajarê Helebê hatibû şehîd kirin ku weku sêmbola şehîdên jinê hatiye naskirin ji ber ku ew di nava 37 şehîdên mêr de, jin bûye, ew di dema beşdarbûna serhildana 12-3-2004’an de li Rojavayê Kurdistanê yê ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hatiye şehîdkirin û piştre termê wê birin gundê Miskê û li wir bi axê hatiye spartin.
Ev yek, tê wê wateyê ku rêjîma Sûriye, wê ti carî nikaribe destê xwe ji terorê û qirkirina jinan hilgire.
Rêjîma Sûriye yê berê û yê niha dikuje û civata navnetewî jî lê sêr dike, hîn jî kuştin û tevkujî di derheqê jinê de beredewame, lî mixabin heya niha jî me nebîst ku tu rexistineke jinan yê cîhanî, yên peywendîdar tevkujiya û komkujiyên nerewa yên hovene ku li dijî jinên Sûriyê pêk tên şermezar kirine û ne jî li dijî rêjîma Be’esê xwînavî helwesteke rasteqînê nîşandane, ev tê wê rstiyê ku rêjîma Be’es li dijî jinê komkujî û qirkirinê dike û civata navnetewî jî ji xwe re lê sêr dikir. Lê mixabin niha jî li serdema Ehmed Şerih jî hemen têgeh û kiryarên tundûtîjiyê têne kirin û wek tê xuyakirin wê rewşa jinê ji ya berê xeraptir be.Roja 8’ê Adarê di ferhenga welatên cîhanê de
Her sal, di rojeke weku roja îro de, ango 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê watedar de, li hemû welatekî cîhanî de, cade, kolan, avahiyên hizbî û hikûmî bi wêne, gotin, nirxandin û wişeyên derbarê Jinan de, gelek tên xwiyakirin û dibin rêklema hemû alî û hêzan û bi çalakiyên cur bi cur wê rojê pîroz dikin û xwe bi xwediyê wê dizanin.
Lê ger mirov bi awayekî zanistî temaşeya rewşa jinê li wan welatan bike û bi taybet li welatên Rojhilata Navîn de, wê hinek têgeh û wişeyên cur bi cur derkevin hole, weku ,jina kole, jina bindest, jina sitem lêkirî, jina ne Azad, kuştin , şewtan, doza rûmete û bi zordayîna mêr her li ser manşêt û rûpelên rojname, malper û kovarên herêmî û cîhanî de ne, lê mixabin, ta niha jî tu çareseriyak bicîkirî nehatiye pêkanîn ji bilî nivîs û gotinan tu piraktikek li berçav nîne.
ji aliyek din ve jî, wişeya jina azad ji aliyê serdest û zordestan ve bikar tên, ew jî helbete ji rastiye nerewabûna wan tê, ji ber ku rêjîm û aliyên dîktetor hewl didin ku bi wê awayî, rastiyên ku di têgehên wan yên çewt û metirsîdar de hene, bi wê awayî veşêrin û kunên dîmenên xwe yên sextet pine bikin.
Rêjeya binpêkirina mafên li cîhanê jinê bêtir û bilindtir bûye
Ji ber ku rêjeya binpêkirina mafên jinan, di piraniya welatên cîhanê de, her diçe bilindtir dibe û rêzgirtin li maf û xwestê jinan, tenê wek rêkleme û probagandeyan bi kartînin, lê di warî piraktîkî de, tu hewildan û projeyên ku xizmeta têgeha azadiya jinan bike, nayên zanîn û nakevin warî piraktîzekirkirina rastiya maf û azadiyên mirovan û bi taybet yê jinê.
Têgeha azadiya jinê û pîrozkirina roja 8’ê Adarê
Têgeha azadiya jin û karwana azadiya wê herdem di rojeva cîhanê de ye, lê di naveroka mijarên wan de, çêrêkirin û anîna ser ziman, tu pêşkeftin û berheviyên piraktîkî bi cî neanîne, ji ber ku, pirsgirêka azdiya jinê, bi esanî naye çareserkirin, pirsgirêkên bi wê girîngiyê û mezinayetiyê, tenê bi gotin û bi nivîsan û bi rexneyan encamên erênî bi dest naxe û çareser nebe.
Her weha Roja 8’ê Adarê ya Cîhanê, bûye rojeke pîroz ji bo jinên navneteweyî û di wê rojê de, bi milyonan manşêt, gotar, nerîn û pêşniyar, tên weşandin, çalakiyên cur bi cur têne lidarxistin. Bi hezaran cih û avahî û talarên mezin ji bo li darxistina ahengên bîranîna wê rojê tên amadekirin, çi ji aliyên ramyarî, civakî sivîl, çandî ve be, tenê ji bo bi bîranîna wê rojê ye.
Eger mirov van hemû kar xebatên ku ji bo pîrozkirina wê rojê ((8ê Adarê)) tên kirin pir bi hûrî binirxîne, gelo dê çi xalên cuda derkevin holê?
Bi taybetî ew jinên ku dema dibin bi desthilat, çi di asta wezîrtiyê an jî di asta serokwezîrtî û serokatiye welat be, bi dîmen û heykel wek jinên azad û serbest, xwe nîşan didin, lê di derbarê bi cîkirina projeyên pêşxistina azadî û bilindkirina asta rêzgirtina rêjîmên di bin desthilatiya xwe de, li hemberî mafên jinan gelek lawazin û bê helwestin.
Di wê bare de, jin xwe di rêza wekheviyê digel mêran dibîne û difkire ku bibe xwedana destpêşxerî, gotin û vîna azad, lê di rastiya diyaliktika dîroka vê dmê de, ew pêngav hîn pir maye û gelek dem jê re pêwîste, ji bo xwedîderketina rast ûdirust li azadiya jinê pêk were.
Di hinek welatan de, jin mina rêkleman bikar tînin
Pêwîst e ku rengên bazirganî û rêklemkirina bi nirxên jinê ku ji aliyê mêrsalariyê ve pêk tê, dib ku ew têgeh bi yek carî, ji hole bê rakirin, taku civaka sivîl bête avakirin û piştre jî, jineke azad û xwedana vîna azad derkeve holê, ji ber ku azadiya jinê, tenê ne di cil û berg û xwestekên erzane, ne bi derketina bi tenê xwe ji male ye.
Azadiya jinê, tê wateya azadiya mêr û civakê jî, eger jin azxad nebe, ne mêr û ne jî civak bi ti awayî ronahiya cirûska azadiyê nabînin.
Jib o roja 8ê Adarê y Roja jina a Cîhanê, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî tevahiya jinên aadîxwaz û demokratxwaz û çalakvan û şoreşger dikim.
Ez bi hêvî me ku di civaka Kurdwariyê de, azadiya jinê bibe xem û oisweta hemû kesekî taku em bi hev re bibin xwedî civakeke azad û welatekî serbixwe û azad.
Bijî Roja 8’ê Adarê ku Roja Jina A Cîhanê ye.
Bijî 12’ê Adarê ku roja serhildana Rojavayê Kurdistanê ye.
XELAT