Bajarê Şehîdan bû bi 19mîn parêzgeha Êraqê

Bajarê Şehîdan bû bi 19mîn parêzgeha Êraqê

Parlemena Êraqê di civîna xwe ya duh roja duşemê 14/4/2025 de, yasaya bi parêzgehbûna Helebçe pesend kir û Helebçe bû bi 19`mîn parêzgeha Êraqê û çaremîn parêzgeha Herêma Kurdistanê.

Bi vê boneyê, Serokê YNK`ê Bafil Celal Talebanî di peyamekê de ragihand: "Îro rojeke dîrokî ye, ez wek Helebçeyiyên serbilind dilxweşim."

Bafil Celal Talebanî got jî: "Helebçeyiyên serbilind hêjayî hemû padaşt û xizmetkirinekê ne. wesiyeta Mam Celal e, ku her çi ji destê me were emê ji bo Helebçe bikin û niha jî dema wê yekê ye, ku em bi dilsozî û xemxurî xizmeta xelkê xweşewîst yê Helebçe bikin."

Bi vê boneyê hemû berpirsên hizbî û hikûmî yên Herêma Kurdistanê pîrozbahiyên xwe arasteyî şêniyên Helebçeyê kirin.

Hêjayî gotinê ye ku, yekem parêzgara jin li ser asta Êraqê jî xanim (Nuxşe Nasihe) ku parêzgara bajarê Helebçe ye.

 

XELAT