Amerîka wê hêzên xwe ji Rojavayê Kurdistanê bikşîne? Robîn Reşvan bersiv dide

Şîrovekarê Siyasî û Rojnamevanê diyar ê Kurd Robîn Reşvan ji Waşîntonê bû mîvanê (Bernama Rojava) ya kenala Gelê Kurdistanê û li ser helwesta Amerîka li hemberî Rojavayê Kurdistanê gelek daxuyaniyên balkêş dan.

Robîn Reşvan li ser hin nûçeyên ku di ajansên Amerîkî de belav bibûn bi navûnîşana (Amerîka wê hêzên xwe ji Rojavayê Kurdistanê bikşîne) axivî û tekez kir ku, Amerîka Kurdan hevpeymanên xwe dibîne û ew bawer nake ku Amerîka di vî demî de ji Sûriyê û bi taybet ji bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bikişe.

Rojnamevan Robîn Reşvan roja çarşemê 5/2/2025 bû mîvanê bernama Rojava ya kenala Gelê Kurdistanê.

Bernama `Rojava` taybete bi bûyerên germ ên li Rojavaye Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamevan Dawûd Çîçek.

Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjimêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin. 

 

XELAT