Mînaz Cimo, ew keça Rojavayê Kurdistanê ku dibe firokvan

 Mînaz Cimo, ew keça Rojavayê Kurdistanê ku dibe firokvan

Keçeke Kurd ji Rojavayê Kurdistanê li Amerîka dibe firokvan ku xewna wê ewe, wek keçeke Kurd ya firokvan di asmanê Kurdistanê de bifire û hêviya wê ewe ku rojekê li balafirxaneya navdewletî ya Hewlêr û Silêmaniyê bi firokê dakeve.

 Mînaz Cimo, ji wîlayeta Teksas ya Amerîkayê ji rojnameya Kurdistanî Nwê re axivî got: Min ji zaroktiya xwe ve hertim hez dikir rojekê bibim firokvan dema ku balafir bi ser gundê me re difiriyan, min xewn didît ku bûme firokvan, dema ez mezin bûm û çûme dibistanê min her dixwest bibime firokvan. Di sala 2014 digel malbata xwe ji ber şer û kirîza li sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ji Kobanê em koçberî Tirkiyê bûn, piştre li Nirwêjê nîştecih bûn û min dest bi xwendinê kir. Piştre sala 2021`an ez çûme kolêja firokvaniyê ya sivîl ji bo fêrbûna karê firokvaniyê û min karî serkeftinê bi dest bixim.

Mîna Cimo dibêje; ez niha wek xwendekareke Nirwêjî li Amerîka di biwarê firokvanî de dixwînim û her heftiyê ez çar geştan bi firokeyên biçûk dikim û di dawiya sala 2024`an ezê kursa firokvaniyê li Amerîka temam bikim piştre vedigerim Nirwêjê û dibime firokvana fermi û geşt bo welatan dikim.

Mînaz Cimo di sala 2001 li gundê (Girik) ya ser bi herêma Kobanê jidayîk bûye piştî serhildana gelên Sûriyê ji xwendinê qut dibe û digel malbata xwe bi rêya Tirkiyê dighêjin welatê Nirwêjê û berdewamiyê bi xwendina xwe dide heta dighêje kolêja firokvaniyê.

 Kurdistanî Nwê / Ayaz Herkî

https://www.knwe.org/KU/Details/18028 

XELAT