Vegera Efrînê wefadariya dîrokî ye

Di hevpeyvîneke taybet ê serokê Encumena Penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê Hozan Efrînî de, amaje bi rewşa koçber û penaberên Efrînê hate kirin û tê de Efrînî aşkire kir ku rewşa penaber û koçberên Efrînî gelek xerape û pêwîste UN û aliyên peywendîdar destêwerdanê bikin û aloziya heyî çareser bikin.

Hozan Efrînî da zanîn ku heya niha zêdetir ji 150 hezar koçberên Efrînê bê mal û cih û ewarene û aliyên peywendîdar ên navnetewî agahdar nîn û wiha biçe wê rewşa wan metirsîdartir be.

Hozan Efrînî derbrê hatina koçberên Efrînê ji Herêma Kurdistanê re ragihand; Banga min ji hemû Efrîniyan re, tikeya vegerin an jî li cihê xwe bimînin tako rewş aram bibe û em hemû bi hev re vegerin Efrîna xwe. Daxwaz ji wan kesên ku banga xwediyên xwe dikin bo hatina ji Herêma Kurdistanê re, Efrînî wiha got; Tikaye bila ti kes malbatên xwe ne hênin Herêma Kurdistanê, hejmara penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê li Herêmê zêdetirî ji 250 hezar kese, êdî nabe bar girantir dibe, bila Efrînî vegerin warê xwe û em hemû ji bo wê projê amade ne.

Banga hikûmeta Herêma Kurdistanê û Êraqê û komisyona karûbarên panebaran a UNê jî kir ku alîkar bin û destek bidin bi ew penaberên ku wê vegerin Rojavayê Kurdistanê.

XELAT