Şîlan Doskî: Ev xebat hezkirineke taybete ji bo ax û welatê min

Şîlan Doskî: Ev xebat hezkirineke taybete ji bo ax û welatê min

Şîlan Doskî di sala 1974ê de li parêzgeha Duhokê ji dayîk bûye, di zarokatiya xwe de ligel malbata xwe koçî Rojhilatê Kurdistanê kiriye li wir xwendiye. Her wiha li herêma Badînan û Kurdên dîaspora li Ewropayê jî nivîskareka çalak û naskirî ye. Wê pirtûkek bi navê (Kurdika) ji bo tomarkirina navên zanistî yên dar, kulîlk û giyayên kurdî çap û belav kiriye.

Ji bilî wê jî ferhengeke wênedar, dîwanek ya helbestan û ferhengeke gulan û çendîn pirtûkên wê yên neçapkirî hene. Şîlan niha li welatê Almanyayê nîştecihe.

Di vê derbarê de Şîlan Doskî ji rojnameya Kurdistan Nwê re got: Pirtûka “Kurdika” lîsteyeke zanistî ye û min hejmareke mezin ji navên dar, kulîlk û riwekên Kurdistanê bi zaravayê kurmanciya bakur bi tîpên latînî tomar kiriye û weşandiye. Min karîbû gelek ji wan di dîroka biyolojiyê de bibînim.

 Hêjayî gotinê ye ku di vê pirtûkê de (548) navên zanistî yên gul û riwekên kurdî hene. Pirtûk di sala 2023an de di 2 cîldên (244) rûpel de hatiye danîn û li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê hatiye çap û belav kirin.

Şîlan Doskî dibêje: Mijarên xebatên min lêkolîneke zanistî ye li ser navên kulîlk û riwekên kurdewarî ku ji aliyê dagirkeran ve navên wan ji me hatine dizîn. Ji ber ku welatê me her tim bindest bûye, loma jî navên me yên zanistî ji dest hatine girtin, ji ber vê yekê, divê em vê mijarê bi cidî bigirin. Her weha Navên dar, gul û giyayên ku di dema xwe de rêwiyên biyanî di serdana xwe ya Kurdistanê de tomar kirine û wêne kişandine jî li cem me hene.

“got jî: Mixabin gelek zanîngehên Kurdistanê li ser vê babeta girîng lêkolînek têr nekirine, digel wê de jî  zêdeyî 10 sal in ez li ser beşa yekem a Kurdika dixebitim û li bajar, gund, deşt û çiyayên Kurdistanê geriyam.  Ez li navên zanistî yên kulîlk, dar û riwekên Kurdistanê digeriyam.

Şîlan Doskî, anî ziman ku her çend ji bo wê wek jin ev yek gelekî zehmet e û gelek wext digire. Lê belê wê kariye piraniya navên zanistî li muzexaneyên li çar aliyê cîhanê têne parastin û em nikarin van xebatan bi dest bixin da ku di pirtûka xwe de bikar bîne.

Doskî tekez dike û dibêje: Heta ku ez sax bim ez ê her sal serdana deverên cuda yên Kurdistanê bikim û navên zanistî yên gul û riwekên kurdî bibînim. Ev karê min ji bo ax û welatê min evîneke taybet e.

Her weha got jî: Ezê bi îradeya xwe û bi piştevaniya malbata xwe û gelê welatparêzê Kurdistanê xebata xwe bidomînim. Ev yek dê di pêşerojê de sûdeke taybet ji bo zanîngehên Kurdistanê û naskirina hemû cureyên gul û giyayan bi awayekî zanistî li Kurdistanê hebe.

Di dîroka biyolojiyê de di sala 1841 de, li Çiyayê Gara û devera Amêdî ya parêzgeha Duhokê û Çiyayê bilind ê Pîramagrûnê ya li parêzgeha Silêmaniyê, herêma Halgurd û Hewramanê, belgeyên dîrokî hene ku gerokên biyanî di vê heyamê de navên gelek kulîlk û riwekan dîtine û li muzexaneyên cîhanê têne pêşandan û tomarkirin û heta niha jî têne parastin.

Di dawiyê de Şîlan Doskî derbarê armanca sereke ya tomarkirina van navan wiha dibêje: Bi giştî ev pirtûk wek belgeyeke zanistî ye ku ji bo nifşên paşerojê yên Kurdistanê wê sûda xwe hebe.

 

XELAT/ Ji Soranî / Dawûd Çîçek