Salvegera Serkevtina Berxwedana Kelhaya Kurdistanê.. Kobanî

Nivîskar: Hozan Efrînî
Îro 9mîn salvegera serkevtina berxwedana kelhaya Kurdistanê Kobanî ye.
Hezar silav li rewanpakiya canfedayên Berxwedana Kobanê û di serî de, efsaneya serkivtinê Arîn Mîrkan û hemû rêhevalên wê ye..
Her weha ji bo bîranîna wê roja pîroz, hem li bajarê Silêmanî avakirin û sazkirina peykara keçka qehremana mezin xwedana destan a efsaneya serkevtina Berxwedana Kobanî ya dîrokî endamê YPJê Arîn Mîrkan Efrînî ya nimûneya şorşgertiya bê wêne û hem sazkirina peykereke taybet ji navenda bajarê Kobanê re ku ji aliyê peykersazê kurd ê naskirî Zîrek Mîre ve hatiye sazkirin tev ji bo rêzgirtin li pêngavên wê qehremanê û rêhevalên wê ên ku di berxwedanê de canê xwe dan û heya bi serkevtinê jî li ber xwe dan ku gelek navên din jî hene wek, Musa Selmas ku şoreşgerekî bilîmet bû di asta meiya û ragihandina navnetewî de ciheke taybet hebû, ji ber ku sekvanekî jêhat û zîrek bû, û Dunya Efrîn ku wek Stêrkeke dî ya keça ciwan ya YPJ`yî, li paytexta Berxwedana Kurdistanê û Cîhanê Kobanê) canê xwe ya şêrîn feda kir û bû bi avdanvana û daristanên baxên fistiq û zeytûnên Kobanê. Her weha Kendal Efrîn ku serkirde û fermandarekî jêhatî û pir bilîmet bû, û Hozan Rojava ku ken j ser lêvên wî nediçû, pir fedekar û rewana hevaltiyê bi wî re geş û bihêz bû, û Evdoyê Duşka ku pêçiyn wî ji ser teltîka duşkayê ranedibû, ekên xwe ên şoreşgerî bi ch dikr, û Xemgîn Efrîn ku ew heval, gelek hêja û rêkûpêk bû, disozê parastina nirx û bihayên doza gelê xwe bû, pir rûgeş û mirûzxweş bû, ziman xweş û pir rûken bû, dilê kesî ji xwe nedihêşand û te çawa ew fişar bikireya di hevalê xwe nediçû û hevaldostê hevalê xwe bû. Her weha Ebu Leyla ku serkirde û fermandarekî navdar û pir bi lîmet bû çiqas şer û berxwedanî l Kobanê kir û 3caran bi giranî birîndar bû û her dirêjkir tako li şerê Munbicê şehîd ket, û rojamevan û şervanê YPG'ê yê berxwedana Kobanê yê pakrewan Bahoz Horanî li Kobanî yê û gelek mêrxwesên din û her weha li gel qurbaniyên roja 25-6-2015`an ku piraniya wan sivê bûn.
Her weha îro jî em rastiya wê hevalê di berxwedana Kobanî de dibînin ku çawa asta jina Kurd di nav civakê de bilind kir û çawa di tevayî cîhanê de, rastiya jina Kurd û Kurdistanê ji cîhanê re aşkire kirin ku êdî jina Kurd ne koleye û xwedî vîna xwe ya azad e û mil bi milê mêr û xurtan dicengin û berevaniyê li axa û hebûn û nasnameya gelê xwe dikin.
Ev tê wê wateyê ku Berxwedana Kobanê bi riya qehremantiya keç û jinên Kurd yên YPJ`yî, civaka navnetewî neçarî wê yekê ku Roja cîhanî ya berxwewdana Kobanê hat ragihandin û kampîna spas bo YPG`ê ji aliyê xelkên Emerîkayê ve hat ragihandin û welatên hevpeyman bi firokeyan alîkarî û hevkariya hêzên YPG`ê dikin û gelek şandeyên asta bilind yên Ewropayê hatin bo serdana Rojavayê Kurdistanê û hemûyan jî piştîvaniya xwe ji bo Xweseriya Demokratîk û berxwedana Kobanê nîşan dan.
Her weha li ser vê yekê hevpeymaniya navnetewî ya li dikî DAIŞê bi YPGê re hêzeke rewa û mezin sazkir ku Hêza Sûriya Demokrayîk nû ku îro hêza yekeme li ser asta Sûriyeyê de.
Îro kurd bû xwedî hêzeke mezin bi fermandaritiye general Mezlûm Ebdî , bû hêza xweparadtina kurdan û cihê umêda hemû kurda ye.
Pakrewanên me ronahiya doza me ya rewa e.
Pirtûka min a derbarê Berxwedana Kobanê bi zimanê erebî hat çapkirin û weşandin.
XELAT