Roja 7/3 Silêmanî li dijî dîktatoriya Baas serî hilda

Roja 7/3 Silêmanî li dijî dîktatoriya Baas serî hilda

(Ji Zimnako ji bo Azad 1760, braderan agahdar bikin 7ê vê mehê de zemawend bikin, emê  jî bigihîjin ba we), eve parola (koda) amadekariyên ji bo paqijkirina Silêmaniyê ji rêjîma Baasê bû, ku Yekîtiya Nîtimanî ya Kurdistanê ji radyoya Dengê Gelê Kurdistanê arasteyî Pêşmerge û şaneyên çekdarî kir.

Roja 7-3-1991 de, Silêmanî yekem bajarê mezin bû ku li dijî dîktatoriya Baasê serî hilda û bi zemawend û koda ji Zimnako bo Azad 1760 di nava du rojan de çûkên rejîma Baasê dan erdê û ew jinav birin, ku ev serkeftin bi xwîna 121 şehîd û 45 birîndaran hate tomar kirin.

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) endezyar û xwediyê serhildana mezin a gelê Kurd bû, ku karî hêzên siyasî yên Kurdistanî di Eniya Kurdistanî de bicivîne û wan ji bo hilweşandina rejîma Baasê li Êraqê amade bike. Her weha bîrûkeya raperînê ji aliyê rewanşad Serok Mam Celal  ve hat danîn, 7 mehê berya destpêkirina wê bi nameyekê ji Şamê ji bo Newşîrwan Mistefa şand û daxwaza xwe amadekirinê ji bo serhildanê kiribû.

Silêmanî yekem bajarê Herêma Kurdistanê bû ku di 7-3-1991 de li dijî zilm û dîktatoriyê serî hilda û îro 7/3/2026 35 sal bi ser raperîna mezin a bajarê Helmet û qurbanî re derbas dibe.

Xelat/PUKMEDIA