Reva ji kesayeta netewî

Reva ji kesayeta netewî

Dîrokzan û Zimanzan: Biradostê Mîtanî

Reva ji kesayeta netewî.
Diyrdeyek di cihê matmayê de ye.

Îro li Rojava -Bakur û Rohilatê Sûriyê perwerde biwe ya bi zimanê hemû netewan ,di nav wan de pewerdeya azad a bi zimanê Kurdî. Ji xwe ev destkeftiyeke di cihê şanaziyê de ye û bi tekoşîn û xwîna pakrewanan pêk hatiye. Lê diyardeya xirab a di cihê matê de ye ,ew e ku beşek ji kesên pêkhateyên di herêma Rêvebiriya Xweser de nirxên zimanê dayîkê bi taybet û yê biratiya gelan û demuqratîxwaz nas nakin û ji vê perwerdeyê direvin.

Van rojan bi rengekî serkeftî û kêfxweşî, li cem beşek ji pêkhatan ,sala xwendinê ya Rêvebiriya xweser ,piştî ked û westanê bi dawî hat. Ji dêla ku pêkhateyên me tev vê bidawîhatina sala xwendinê ya Desteya Perwerdê bi şanazî û kêfxweşî pêşwaz bikin ,beşek ji wan bi bêbawerî helwesteke xirab girtin û zarwên xwe rêdikin ezmûnên rêjîmê ,bi taybet ji gelê Kurd ê ku zimanê wî di wê perwerdeyê de nîn e û di rêbazên wê de erêkirin û pênasiya çand ,kesayet û hebûna wî nîne . Mixabin ta îro ew rêbaz civaka Sûriyê-Weke ku  di prseke ezmûna R(9) ya heybera Niştimaniyê de hatî -dike civaka Erebî tenê. Ta bi biranine me yên Ereb vê yekê napejirînin û dibêjin civaka Sûrî . Vêce çawa Kurdine me hene vê hişmendiya xirab  li ser xwe dipjirînin û zarwên xwe rêdikin vê perwerdeyê û wilo çawa mamoste jî pê pabend in?.
Mixabin heneke Kurd zarwên xwe rênakin dibistanên Kurdî û rêdikin wê perwerdeya stemkar û nejadpereset. Gelek ji wan zarwên xwe ji perwerdeya kurdî vedkişînin û dibin  a wê ,ya nedemuqratxwaz . Ta îro gelek malbat û mamoste ji kesayeta wan a netewî ya qelis têkildarên wê perwerdeya nejadperest in û ev (11) sal in perwerdeya Rêvebiriya Xweser a bi hemû zimanên pêkhatan e û biwe nimûne ji mirovahiyê û biratiya gelan re ,jê dûr in.
Îro li gor ku hestên netewî geş dibin û netew azad dibin ,nexasim netewa Kurd ,lê hê beşek hevalbendên wan desthilatdarên kevneperest in û dijî destkeftiyên xwe yên netewî û demuqrasî ne.
Di cihê matê de ye ku beşek Kurd ta îro hevalbendê wan rêjîman e ,yên ku çand ,kesayet  û netewa wî tine dikin.

Ma ne di cihê matê de ye ku beşek Kurd dijî perwerdeya bi zimanê Kurdî radweste?.
Ma ne diyardeyek xirab e ku beşek Kurd hevalbendê çeteyên dagirker in di Efrîn ,Serê kaniyê û Girê spî de ne?.
Ma ne di cihê matê de ye û xerîb û ecîb e ku bi melyonan ji Kurdan di hilbijartnên serokatiya Tirkiyê de ,dengê xwe dane Erdogan û ew e yê ku kesayeta Kurdî tine dike ,zindanan ji kurdperweran tejî dike û bi hezaran ji miletê me li Rojava bi taybet û li Kurdistanê bigiştî pakrewan dike û gund û bajaran wêran dike?.
Ma ne di cihê matê de ye ku ew qas berlemaniyên Kurd hevalbendên wî ne û (4) wezîrên wî yên nû Kurd in û wê hevparên wî bin di qirkirina gelê Kurd e?.

Ew diyarde hemû  û ji xeynî wilo jî ên bi wan Kurdan re heye ,ji ber ku ew ji kesayeta Kurdî û mirovahî dûr in û ji bercewendiyên kesayeta xwe re dikin û mêjiyên wan ji kurdiyetê hatiye şiştin!!!.