Pirtûkxaneya Giştî ya Silêmaniyê 80 saliya xwe pîroz kir

Pirtûkxaneya Giştî ya Silêmaniyê 80 saliya xwe pîroz kir

Îro roja şemiyê 12/10/2024 li bajarê Silêmaniyê 80 saliya damezrandina pirtûkxaneya giştî ya Silêmaniyê hate bi bîranîn. Merasîm bi çavdêriya Qubad Talebanî hate lidarxistin.

Merasîm bi amadebûna hêjmarek ji ronakbîr û rewşenbîr û nivîskar û şaîr û karmendên pirtûkxaneya Silêmaniyê û dewrûberê wê birêveçû. Di merasîmê de behsa rola giring ya pirtûkxaneya Silêmaniyê di pêşxistina zanist û civakê hate kirin ku, sedema serekî bûye ku Silêmaniyê wek bajarê rewşenbîriyê tê naskirinê.

Beriya 80 salî pirtûkxaneya Silêmaniyê ji aliyê şaîr û zanayê mezin yê bajarê Silêmaniyê Pîremêrd ve hate avakirin û heya niha pirtûkxaneya Silêmaniyê yek ji pêşkeftîtirîn pirtûkxaneye li ser astê Herêma Kurdistanê û Êraqê û bi hezaran pirtûk bi zimanê Kurdî û Erebî têde peyda dibin.

XELAT