NEWROZ

NEWROZ

Helbest: Suphiye Bulut

NEWROZ

Newroz pîroz be

Bila agirê wê her tim geş be

Bila ronahiya wê bigihîje dilê evîndaran

Û agirê hêviyê qet venemire

Bila agirê Newrozê

Ji çiyayên Kurdistanê bilind bibe bi hêvî

Newroz tê, bi xwe re tîne biharê

Gulên sor li ser axa zêrîn dibişkuvin û vedibin

Newroz ronahî ye

Ew ne tenê cejn e ew berxwedan e ew şoreş e

Bila ronahiya wê bikeve çavên zarokan

Bila bi wê ronahiyê em bibînin azadiyê

Newroza me zindî ye

Ji Rojava heta Bakur, ji Başûr heta Rojhilat

Di her perçeyekê de agir yek e

Welat yek e strana yek e hêvî yek e

Bila Newroza Kurdan

Bi hêviyeke mezin were

Bila em bigihîjin wê roja ku agirê Newrozê

Mizgîniya serxwebûnê bide Kurdistanê

XELAT