Konê Reş û Firat Cewerî roja zimanê Kurdî pîroz dikin

Konê Reş û Firat Cewerî roja zimanê Kurdî pîroz dikin

 Konê Reş: Zimanê me, ne kêmî zimanê xelkên derdora me ye

Zimanê me, ne kêmî zimanê xelkên derdora me ye, kok û rehên zimanê me li hezarê salan vedigere, rewa xwe ji ava çemê Dicle û Ferat distîne, bi çiyayê Cûdî, Barzan, Zagros, Toros û Agirî re mezin bûye.. Bi keleka Nûh pêxember re gerya ye û dawî ji Cizîra mîr Şeref di dinayê de belav bûye..

Li mala Rewşen Bedirxan/ Banyas 1989

Konê Reş û Rewşan Bediran/ ŞAM 1989

 -----------------------------

Firat Cewerî: Roja zimanê kurdî pîroz be!

HAWARê 15ê gulana 1932an li Şamê dest bi weşana xwe kir û sala 1943an dawî lê hat. Min sala 1987an ji Swêdê berê xwe da Sûriyê da ez li mala Mîr Celadet Ali Bedir-Xan, li xanima wî Rewşen Xanimê bibim mêvan, hemû hejmarên HAWARê bicivînim û ji nû ve bigihînim kurdan. Min hemû hejmarên HAWARê (57 hejmar), mîna du cildan, bi zehmetiyeke mezin 15ê gulana 1998an li Swêdê çap kir. Me ew roj wek ROJA ZIMANÊ KURDÎ îlan kir. Ji wê rojê ve, 15ê gulanê wek ROJA ZIMANÊ KURDÎ tê pîrozkirin.

ROJA ZIMANÊ KURDÎ pîroz be!

Firat Cewerî û Rewşan Bedirxan/ Şam

XELAT