Keçek Nivîskar a Kobanê: Ji bo berhevkirina hunera dengbêjên netewî dixebitim

Nivîskar û çalakvana kurd (Neca Îbrahîm) kû li gundewarên bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê dijî, hezkirina xwe ya taybet heye ku mijûlî komkirin û parastina huner û folklore netewî a Kurdistanê ye.
Neca Îbrahîm, piştî qedandina xwendina çar salan li beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Kobanê, Teza xwe ya derçûyê li ser hunera gelêrî ya dengbêjên netewî, bi taybetî hunera dengbêjên jin, li zanîngeha Kobanê pêşkêş kir. Armanc ji teza wê parastina hunera hunermendan û kevneşopiyên netewî yên Kurdewarî ye.
Necah Îbrahîm ji rojnameya Kurdistanî Nwê re axivî û got: “Min li zanîngehê dest bi nivîsandinê kiriye û heta niha çend gotar li ser wêjeya kurdî, roman, helbest, şanoya kurdî û çendîn çîrokên kurdî nivîsandine û di gelek rojname û kovarên kurdî de gelek babetên curbicur yên min hene.
Necah Îbrahîm diyar jî kir ku: "Li gundên derdora Kobanê û Rojavayê Kurdistanê xebatên me yên meydanî û li navenda lêkolînê ya folklore Kobanê berdewam in, em ji bo berhevkirina hunera dengbêjên netewî dixebitin, ji bo berhevkirin û vejandina hunera kevnar a neteweyî ya Kurdistanê û parastina wan, Ji ber ku hunera netewî girîng e û nasname û dîroka resen a gelê Kurd e.
Herweha nivîskara keç a Kurd dibêje: Nivîsên min liser yên li ser hunera gelêrî ya kurdî di pirtûkekê de hatine berhevkirin ku niha di çapê de. Di pirtûka min de çîrok û serpêhatiyên din ên netewî ên kurdî ez vedibêjim ku bi rastî li bakûrê Kurdistanê rûdane, ev pirtûk teza min a derçûnê ye ji zanîngeha Kobanê ye. Min giringiyekî taybet daye bi tomarkirina hunera folklorî a kurdî û dengbêjên jin ên di dîroka Kurdistanê de, ji ber ku miletê kurd gelek stranbêj û dengbêjên jin hebûne ku ji bo parastina ziman, çand, ferheng û kultura kurdî xizmet kirine.
Necah Îbrahîm di dawiya axaftina xwe balkişand û got: Çendîn gotarên min ên li ser girîngiya parastina hunera destan a keç û jinên Kurdistanê hatine belavkirinê.
XELAT/ Kurdistanî Nwê