Ji dengê Şikriyê Fafî Mihemedê Seîd axa û Zerga
Nivîs: Silêman Demir
Şikriyê Fafî dibêje;
Ez çûm cem Mihemedê Seîd axa, rehma xwedê li miriyên haziran lê be, got; Şikrî her kes Zerga dibêje, bi xwedê dengê te xweş e… ez birim oda xwe û got; ka tu strana Zerga ji min re bibêje; min got; kuro willeh nabe, merevên wê, hinên wê hene, ew ê bixeyidin, nabe ez bêjim; Mihemed got; kuro tu eyb nake, ma gava ku ez li dinyê hebim, kes heye li di vê erdê de; wî çaxî min got; nexwe ez ê bêjim;
Şikrî stranê jê re dibêje, lê li vir, di vê kasêtê de ne wek stran, lê wek helbest dibêje;
Gava Şikrî stranê ji Mihemed re dibêje;
Mihemed dibêje; bavê min nehişt, got lawo çê nabe… ya na ahd li canê min ketibe, ez ê biçûma, min ê ew wek bûk peya bikira (û birevanda)…
Bavê min got; lawo Mihemed willeh nabe; (ev yek) li nav van eşîran tevan û eşîra omerya nabe, em kurmanc in, tu dê me bihetikîne; bavê min got; willeh ahda xwedê li canê min ketibe, heger tu tiştekî wilo bike, ez ê cercûrekî di serê te de berdim; rûnê li cîhê xwe…
Şikrî dibêje;
Ya na wê Mihemedê Seîd axa biçûya ew (Zerga) peya bikira û birevanda…
Û mêrê wê jî, bi xwedê ji dehên wek Mihemedê Seîd axa çêtir (spehîtir) bû; nalet li dil bê, lawo dil zor e, bi xwedê çê nabe, zor e….
Vaye min ev jî got; willeh îcarê wê berrîvanî xeberan ji min re bidin.
Hêja Berekat Özmen ev dengê gotina Şikriyê Fafî, vê dawiyê belav kir; lewra wî nû peyde kiriye; ne kasêteke bi tembûrê ye; tiştê tê famkirin ku ew di civatekê de ji hinan re çîroka çûna xwe ya ba Mihemedê Seîd axa û gava ew jê re strana Zergayê dibêje ye; her wilo ew di wê civatê de çend stranên din jî bê tembûr dibêje. Tiştê tê famkirin ku dengê wî yê dawiya temenê wî ye, lewra ji dengê wî kifş dibe ku îxtiyar e û diranên wî (hemû) ketine.
Gelekî baş e ku ev dengê Şikrî heye… ev kasêt berî du mehan li Hewlêrê derket… hêja Berekat bihîst ku kasêt û şerîtên kevn li Hewlêrê hene, wî ji Diyarbekirê rê girt û çû ew anîn û yeke Şikrî jî di nav wan de derket, ya na ev yeka ku Mihemed dixwest Zergayê birevîne, nedihat zanîn. Bawerî ew bû ku Zergayê ji wî hez dikir, lê ew dilkevir bû, wî hezkirina wê û dengê wê nedibihîst.
Lê bi vî dengê Şikrî em fam dikin ku rastî wekî din e; lê gava Zerga ji Mihemed hez dike, ji xwe Mihemed bi jin e; û tiştê ji tevaya çîrokê tê derxistin û texmînkirin, wî hezkirina Zergayê dereng bihîstiye. Û ne dereng jî Zergayê didin û wê zû dibin. Gava Mihemed rastiya hezkirina wê dibihîze, êdî dereng e. Lê dîsa jî roja ku ew dibe bûk, Mihemed xwe ji bo revandina wê kar dike, lê bavê wî Seîd axa nahêle.
Şikrî bi vê gotinê û van zaniyariyan, dîrokê û mereqa me ya di vê derbarê de ronahî dike; lewra me bawer dikir ku Mihemed dengê Zergayê qet nebiriye xwe.
Strana ku Şikrî li mala Mihemedê Seîd axa dibêje, weha ye;
Eman eman ez Zerga me,
Yadê rebenê ez ne kîkî em ne millî me
Ez Zerga Mihemedê Evdî me
Ez dosta Mihemdê Seîd axayê deqorî me
Heger hûn nas nakin ew axa ye em eşîra wî ne
Lolo Mihemedê Seîd axa ji şêvê heta şêvê
Weyla li min stûşkestê çavrijyayê ziman jêbê
Xelk dil dikevin milk û milakên dinyê
Ez dil ketime Mihemedê Seîd axa kekê Terfa siwarê cêbê
Ez ê bi Amûda bavê Mihemed dora Tilhebeşê ketim pal bi rez o
Min dît vê sibehê naylonek (cêb) ji wê de tê bi lez o
Şiva radio di motorê pêşî de ji xwe re dileriz o
Wille xwediyê baxçê Helebê tu ye cenan ez im
Ê ma wê kî bi deri ve be û diajo
(Şikrî dibêje;
Mihemed li vir got; Şikrî bi xwedê te ev zêde kir, bi xwedê tu dilxwaz e.)
Ez Zerga me, ez dosta Mihemedê Seîd axa reyisê deqoriya me
Lolo torino ez ê bi kemalika bavê Mihemed ketim li ber hesin e
Bi bangdana mellê re min dît destekî sarî cemidî ket sêng û berê min e
Min got belkî Mihemedê Seîd axa siwarê cêbê kekê Terfa
çûye quntara çûyayê Şingalê guhera xatûniyê seyda xezalan,
ji wê ve tê betiliye ew ê îşev bê mêvanê min e
min destên xwe vepeland, min dît ku destê mêrê min e
wî çaxî mirina min xweştir bû ji saxiya min e
Ez Zerga me, ez şiva radîoya cêba me,
ez dosta Mihemedê Seîd axa axayê deqoriya me
Lo torino heyran qurban ez bi Amûda bavê Mihemed ketim li devê çem e
Bi quran û kitêbên di mala mellê me de tu çaran bîne talî ez a te me
Ez Zega me, ez Zerga dîn min, ez dosta Mihemedê Seîd axayê deqorî me
Lo torino heyran qurban ez bi Amûda bavê Mihemed ketim ber bi ba ye
Ez nema zanim bê ma ew bêbav ne gurçikên wî hene, ne dilê wî pola ye
Êvaran ez derdikevim devê deriyê hêwana mala bavê xwe
ez çavên xwe digerînim li hevalan, ew ne li nav wa ye
ez nema zanim yade rebenê malxerabê,
ma qey rehma rebbe alemê di dilê te de nemaye
hema bang bikin du mellan bi şerha Muhemmed
em guh nadin mahra vê dinyayê..
Xelat
