Îvan Fayiq: Hemû koçberên li kampên Silêmaniyê vegeriyan warên xwe

Karwana dawî ya koçberên kampên li parêzgeha Silêmaniyê ku ji 250 malbatan pêktê vedigerin cih û warên xwe.
Wezîra Koç û Koçberan a Êraqê Îvan Fayiq Cabiro di kongreyeke rojnamevanî de ku ji aliyê PUKMEDIA ve hatibû şopandin de gotiye: Hemû kampên koçberan ên li parêzgeha Silêmaniyê hatine girtin, çend malbat li dervayî kampê hene emê bixebitin ku hemî bi dilxwazî vegerin.
Îvan Fayiq Cabiro got jî: Awareyên ku li parêzgehên Hewlêr û Duhokê mane jî wê ji bo wan komîteyek ji aliyê Serokatiya Encumena Wezîran ve bê avakirin ji bo gotûbêjkirina çawaniya girtina wan kampan û peydakirina asankariyan ji bo vegera awareyan bo warên xwe.
Jêder: PUKMEDIA
XELAT