Hunermend û wênesaz Zekî Îsa mîvanê HORÎ ye

Hunermend û wênesazê kurd (Zekî Îsa) ku bi xwe xelkê herêma Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ye û li Almanyayê dijî, bû mîvanê Bernama HORÎ ya radyoya Dengê Gelê Kurdistanê.

Di wê hevdîtinê de wênesazê kurd (Zekî Îsa) behsa giringiya hunera wênekêşiyê kir ji bo parastina kelepora kurdî a resen û her weha xebatên xwe ya wênsaziyê dike diyar jî kir ku niha nêzîk 50-60 tablo amade kirine ku zêdetir li ser şûnwar û kultur û hunermendên dêrîn ên Efrînê ne û wê di pêşangehê de bêne nîşandan.

Bernameya HORÎ hemû heftiyekê roja Şemiyê di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ji bajarê Silêmaniyê ji aliyê Hozan Efrînî û Roşîn Serêkanî ve tê pêşkêş kirin.

 

XELAT