Hunermend Omer Şan mîvanê Jiyana Kurmanca ye

Mîvana xeleka îro 13/5/2025 ya bernama (jiyana Kurmancan), Hunermendê kurd (Omer Şan) bû ku bi xwe ji herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ye û li welatê Almanyayê dijî ku bi serdan hatiyê bajarê Silêmaniyê.

Hunermend Omer Şan di vê hevpeyvînê de behsa meşa xwe ya hunerî dike û zor û zehmetiyên ku têre derbas bûye û bandora jiyana penaberiyê û xurbetê li ser hunerê dike.

Hunermed Omer Şan çendîn kilîpên stranan jî berhem anîne û her weha mijûlî filimsaziyê dibe û berdewame di berhemên xwe yên hunerî de.

Bernameya "Jiyana kurmancan" li ser kanala asmanî ya Gelê Kurdistanê di beşa hunerê de danê sibehê demijmêr 10an de tê weşandin bername ji aliyê Roşîn Serêkaniyê ve tê pêşkeşkirin.

 

Xelat