HORÎ- Sûriya nû û ayndeya kurd
Çalakvanê Kurd (Kemal Ezet) ji navçeya Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bû mîvanê Bernama HORÎ ya radyoya Dengê Gelê Kurdistanê û rewşa dawî ya herêmê hat gotûbêj kirin.
Çalakvanê Kurd (Kemal Ezet) ragihand û got: Zêdetirî 10 hezar darên zeytûnan hatine qut kirin û bi deh hezaran darên fêkiyan û gelek dar û zevî jî ji aliyê komên çekdar ve hatine şewitandinê.
Diyar jî kir ku; Piştî rûxanedina rêjîma Esed rewş li Efrînê baştir bûye ku di serdema rêjîma Esed de em wekî ku di zîndaneke biçûk de bûn lê niha rewş baştire em dikarin derkevin bajarên din ên Sûriyê haciz û bend kêm bûne.
Kemal Ezet got: Gelek xelkê me yê Efrînê vegeriyane ser mal û mulkên xwe û gelek erebên aware jî vegeriyane dever û navçeyên xwe. Her weha bangewazî jî kir ku her welatiyekî Efrînî kû tu metirsî li ser wî tune ye bila vegerin gund û malên xwe.
Her weha Kemal Ezet di gotia xwe de aşkira jî kir û got: Nêzîkî 50-60 hezar kes xelkê Efrînê vegeriyane gund û malên xwe.
Bernameya HORÎ hemû heftiyekê roja Şemiyê di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ji bajarê Silêmaniyê ji aliyê Hozan Efrînî û Roşîn Serêkanî ve tê pêşkêş kirin.
XELAT