Hêro Xan Pêşmergeya Kamîra Li Mil

Hêro Xan Pêşmergeya Kamîra Li Mil
Nivîs: Bilêse Cebar Ferman
Gelek kes hene ku weke Pêşmerge di warên cuda de kar dikin û hewl didin ku çandê bi pêş bixin û biparêzin.
Medya di jiyana mirovan de roleke bi bandor dilîze. Bi rêya medyayê di nava civakê de guhertin çêdibin û bi pêşde diçin.
Medya dikare ji gelek aliyan ve bandorê li tevgera jiyanê û civakê bike.
Erka sereke ya medyayê ewe ku serweriyên dîrokî ji bîrkirinê û jinavçûnê biparêze, bi rêya belgefîlman van serwerî û serbilindiyê bigihîne nifşê pêşerojê.
Hêro Xan ew stêrka ku di asmanê şoreşa nû de dibiriqe, ne tenê weke siyasetmedar û pêşmergeyek, lê belê weke kameravan û wênekêşekî jî.
Hêro Xan bi vîdeo û kameraya xwe ya wênegiriyê hemû kêliyên têkoşîn, xebat, berxwedan û zordariya dagirkeran arşîv kir.
Ev jina bejin ziran û nazik bi kamerayeke kevn a çend kîloyî li ser milê xwe, çîrokên Pêşmergeyan tomar kirin û bi wan re hevpeyvîn dikir.
Vê jinê dizanibû ku belgeyên dîrokî çiqas bi nirx û giran buhane û çawa bi rêya giftûgo û diyalogê ji devê Pêşmergeyan destanan veguhezîne.
Hêro Xan ew Pêşmergeya kamîra li ser mil.
Ew serkirdeya jin a ku baweriya xwe ya temam bi arşîv saziyê û bandora ragihandinê hebû, demê ew derfet da wê ku beşek ji xewnên xwe bi cih bîne û pêşkêşî Kurdistanê bike.
Bi damezrandina telefizyona XAK û kenala KURDSAT ku di nava wan kenalan de bernameyên rexneyî û nêrînên cuda û hunerî û ferhengî, bi awayekî berfireh rengê xwe dabû.
Di serdemekê de ku medyaya civakî tunebû, kenalên opozisyonê tunebûn, van kenalan bi bername û gelek bernameyên cuda rexne li hikûmetê û desthilatdariyê digirtin.
Yekemîn fîlma kartonî ya bi zimanê kurdî dublajkirî ji bo zarokan di wan kenalan de hat weşandin.
Her wiha bi wê yekê ranewesta belku kovara Xak û Sixurma wek weşanên kaxezî xiste ser sermayeya xwe û karî zimanekî nû yê rexneya bi tenze û bi zimanê henekî rexne li kêmasiyan û ne dadweriyê bigre.
Hêro Xan xewna xwe ya mezintir ji hizbayetiyê hebû ji ber wê jî bîroke û afirandinek ji xwestên hizbî mezintir hebû. Di warên babtên nîştimanî û neteweyî û mirovî de hevkar û alîkara proje û bernameyên medyayî bû.
Karên zêde dikir û gelekî jî dibexşî lê gelekî kêm xwe derdixist pêş û kêm diaxivî lê pir dibexşî.
Beşek ji medyakarên profîşonal û diyar yên Kurdistanê derketin ku ji çavkaniya wan medyayan derketin ku Hêro Xanê piştevaniya wan dikir.
Wê demî ne tenê bo kenalên medyayî belku ji bo gîhandin û derketina medyakarên baş û pispor jî Hêro Xanê di vî warî de jî cihê destên wê diyar bû.
Hêro Xan ji wan serkirdeyên degmen in ku di demên aloziyan de dixwest media rola avê bibîne ji bo tepisandinê neku rola benzînê, bi wê dîtinê jî hana medyakaran dida ku di demên krîzan de bi berpirsyarî serederiyê bikin.
Di nava lutkeya pirsgirêk û hevrikiyên siyaset û babetên hilbijartinê û şerê medyayî de, ew kenalên ku Hêro Xanê serpereştiya wan dikir bi aramî û bi çepkê gulan zanyarî didan xelkê û wisa nîşan dida ku xizmet tenê bi rêya siyasetê û bernameyên siyasî ve nayê kirin û jiyan berferehtire ji wê teng dîtiniyê ya di nava şerên îdolojiyê de heye.
Di serdema berya geşekirina soşyal medyayê û nebûna fêsbok û instgram û tîktokê li Kurdistanê, ew projeyên rexne girtinê li hikûmet û şaşiyên saziyên wê bi awayekî tenze û bi hunerî dihate araste kirin.
Di wî warî de jî arşîvekî mezin heye ku hemû ew çalakî û hewlên çaksaziyê bi bîroke û piştevaniya wê jinê sermeşqê Kurdistanê bû.
Di demekê de ku mezinan di destê çemandinê de bûn, Hêro Xan di xema zarokan de bû bi hemû awayekî hewl dida perwerdeyekî nû ji bo zarokên Kurd ava bike, derxistina kovara (zarokan) û kovara (people) xelatek medyayî ji bo zarokan bû, ku digihandin baxçeyên sawayan û dibistanan û pirtûkxaneyên bajaran.
Di wî warî de bi taybetî çend şîrove bên kirin û em vegerin wan deman ku kenalan dest bi kar û çalakiyan kir wê têgihêştin çê bibe ku Hêro Xan çi şoreşekî medyayî kiriye piştî serkeftina şoreşa çekdarî.
Ez nasnavê (Pêşmergeya kamîra li ser mil û bejnzirav) lê dikim û di bîranîna medyayên wê de, ez wê jî bi bîr tînim.
Ji Kurmanciya Jêrîn: Dawûd Çîçek
XELAT/ Kurdistanî Nwê