BIHAR HAT Û

Helbest: Ebdurrahim İnanç
BIHAR HAT Û
Mefaîlun mefaîlun
Bihar hat û dida mizgîn ji wê xweş bû dilê xemgîn
Dihat bîna gul û sinbil ji baxê pertew û rengîn
Hema rabin biçîn geştê
Di nav baxê ku laleş tê
Li wê mêrga gula geş tê
Hevalên esmerên şêrîn
Bikîn seyra semen sayan
Binêrîn bejn û balayan
Teferruç kin li ber çayan
Belav bin tev kulên dêrîn
Ji wê xweştir umur nabit
Dema dilber bi min şa bit
Hema her dem bi min ra bit
Bixwînîn beste û narîn
Hemû rengê civîka lê
Nesîmê sibheyê da lê
Li ser sêvan û vê xalê
Bi dilxwaz im bibên amîn
Li wî baxî bibim mêvan
Ku bihn kim sorgul û sêvan
Binûşim badeya lêvan
Li min tekmîl dibin nû dîn
Dikim hêvî ji wê xendê
Bidit desta li govendê
Dema bimrim ji wê çendê
Qe “Behmûrî” dibit xemgîn?
24/08/2024 Cizîr
XELAT