Helbesta Kurdistan

Helbesta Kurdistan

Helbestvan: Luqman Mehmûd

Werger ji erebî: Dilşa Yûsûf

1

 

Ez li ser xakek talankirî ji dayikbûme

Her tişt li ser wê şûnpêye.

Ji ber vê, divê tu bi hêz be

Dema her tişt te dêşîne.

 

2

 

Ja herî xerab

Ku her kesî

tiştekî xweyî nirxdar

Heta heta ji dest daye.

Ax,

Ez êdî naxwazim tu tiştekî din bêjim.

 

3

Ev cîhana gelek bedbexte.

Hêdî hêdî hildigere  ji bo tiştekî baw.

Wek şanoyeke dûbare

hemû rojan tê nimayişkirin.

Weha, carek li dûv carekê

Em dimrin li ser vê xaka ku

Hemî kes kompiloyan bi serê wê tînin

 

Xelat