EVA DUNYA ÇI SARE

Helbestvan: Siltana Memê
Eva dunya çi sare,
Kes halê me nizane,
Sal û zeman têwî ne,
Xurbetyê da aza ne,
Bê war serê saza ne,
Bê deng emir çi ra ne?
Ax, dunyake çi sare,
Bahareke xemsare,
Havîne, berf dibare,
Çev rê-pêya qetya ne,
Mizgîna xêr kî bîne?
Bêje "Welat rizgare"
Bo me dunya çi sare,
Baxçe para xelqa ne,
Çevên me li desta ne,
Milkên me tim talane,
Sebeb serê vala ne,
Jîyan êdî çi ra ne?
Em dinê da sêwî ne,
Kî me Bavê bi hêze,
Fikir qewî dilsoze,
Ewled da ber hemêze,
Meydanê rakir doze,
Ji bo Welatê pîroze.
19.01.2024s/ YAROSLAVLÊ- Rûsya
XELAT