Ma kê leşker tev reş da?
Helbest: Hasan Kordede

Ma kê leşker tev reş da?
Nabe ku ez te bajom
Di rîya çep û şaş da
Nabe ku te bêjînim
Di bêşîga belaş da
Dibe ku bilorînim
Wekî davên şabaşda
Ezê te her b'mêjînim
Wek ejdehê di kaşda
Qelen çiqas buhabe
Bizane min şabaş da
Evîn gelek b'wate ye
Dil wekî pê qumaş da
Ez wê carek bibînim
Wek rebenê miaşda
Şahî ya xwe bistînim
Serî li ber teraş da
Kengî werî vê malê
Sîxur biçin bi paşda
Gel ahenga bicoşin
Da em neçin bi paşda
Ev bû çel sal dinalim
Di vîneke nexweş da
Bijîjkekî nabînim
Pendê bigrin zebeşda
Kesk û sore xweş elest
Ma kê leşker tev reşda
27/04/2023-Serzorî
-----------------------------
Ser dem ya we ye?
Kurdo çawa tu aramî,warê te çû bi heramî
Carek binêr li dora xwe çawa bi coş û medamî
Xelk li pişta te çûne heyvê bê derfet û eyamî
Guh bidne hevdu hûn carekê da ku biçin ser damî..
Welat wêran Tar û mare narvîna me tim bêçare
Kurdo rabe ev çi kare dijmin li me bûn siware
Derfet hatî zû bernede rêka bigre li neyare
Aman derdo pir dinalim bese qîrîn û heware..
Ol perestan em xapandin kesek nadî maf bi lavan
Rêça kelhê dûr dirêje de tu vede zexim gavan
Bîra neke tu nenasî ta neaxivî wek dê bavan
Bi zimanê xwe neçî dijmin tew nadî te silavan..
Qelew bûne di pişt teda xinizin ew wek bê bava
Bi zanîn û hiş biçe meydan bişerikîn wan tava
Guştê mirdal nayê xarin nejî werîsê bi xava
Dinya vala dawî çale her kes diçe rîya xwava..
Warê şêran parvedikin kund û qijak cih dikine
Bese li hev derewan bikin benê derewan kine
Helebet rastî wê serkevê ger dinya bib ser-bine
Ez nizanim çawa dijî wek şaşî ya ar li bine..
15/04/2024-Serzorî
XELAT
