Encumena penaberan erkê nû yê Letîf Nêrweyî pîroz kir

Îro roja duşemê 13-11-2023 li bajarê Silêmaniyê şandeke Encumena Penaberan ê Kurdên Rojava-Sûriye sardana borda mekteba ragihandina YNKê kir.
Di wê serdanê de, bi amadebûna endamên mektebê, şanda mîvan ji aliyê Endamê Encumena Serkirdayetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û berpirsê borda ragihandina YNK`ê rêzdar Letîf Nêrweyî ve hat pêşwazî kirin.
Şandeyê Encumena Penaberên Kurdên Rojava germtirîn pîrozbahiyên xwe bi boneya wergirtina posta nû arasteya rêzdar Letîf Nêrweyî kir û serkeftin û serfirazî ji kar û xebatên wî re xwest.
Ji aliyê xwe ve, serokê Encumena Penaberan Hozan Efrînî tekez li ser wê yekê kir ku mekteba ragihandina YNKê herdem alîkar û piştîvanê penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê bûye û hîn jî wiha dirêjpêdere û ev yek ji bo me cihê rêz û pêzanînê ye.
Her weha berpirsê borda ragihandina YNKê rêzdar Letîf Nêrweyî jî spasiya sardana encumenê kir û tekez kir ku ewê wek caran piştîvan bin û alîkar bin bi penaberên kurdên Rojava û ev yek erkeke netewî û nîştimanî ye.
Hêjayî gotinê ye ku şanda han pêkhatibû ji Hozan Efrînî, Dawud Çîçek, Nazlî Remezan, Roşîn Serêkanî û Emşe Ebdula Dêrik.
XELAT