Dîrokek Zindî Û Yadigarekî Komara Kurdistanê

Dîrokek Zindî Û Yadigarekî Komara Kurdistanê

Nivîs: Kakşar Oremar

Xal Ehmedê Herkî kurê fermandarê naskirî Zêrobegê Herkî (Buhadirî ye) ku di dema Komara Kurdistan da hevalê doza Pêşewa Qazî bû.

Serleşkerê nemir Zêrobeg yek ji wan kesayetiyan bû ku qet bawerî bi rejîma Pehlewî neanî û berevajî gelek berpirsên komarê êdî venegerî ser cihwarê xwe. Ziryra û ziyaneke gelek mezin dît, ji mal û milkê xwe bêpar ma, bes ne Kurdîniya xwe berda û ne jî bawerî bi dijminan anî.

Xalê Ehmed di nava gel da weke çavkanî û jêderekê cihê baweriyê ye. Zarokên wî pir hêja û biqasî ku pêwîst be qedirnas û hurmetkarin. Mirov bi dîtina wî dikeve nava rastiyên dîrokê, ew dîrokek zindî ye ku dev û dilê weke hevin. Min li mala wî a biçûk û tije germahî ew dîtin. Mêvaperwerîya wî û malbatê hêşta jî weke 1000an salên berê ya eşîreta Herkî a salên berê maye, hêşta jî pêşmergê Komarê û daxwazên babê xwe yê Kurdistanî ji bîr nekirine.

Mamê Ehmedê hêja û qedirbilind: Nivîsên wiha kurt têrî keramet, meznahî, qedirnasî, zanîn û keda te ya salên dirêj nake, lê di demeke ne zêde dûr de ezê hevpeyvînên bi we re bi 70 milyon kesan re jî parve bikim. Nasname û xizmeta we yê li wira baştir bêne xûyakirin.

Bi hemû hestên xwe yên Kurdistanê ji we hez dikim apê mezin; destên te maç dikim; spas bo hemû xelatên we.

Xelat