8 Adarê

8 Adarê

Helbestvan: Lîda Gerdenzerî

 

8 Adarê

Ji dilek rehm, bi gotinê germ,

Heyştê Adarê pîroz kir.

Baq dirêjî min kir,

Bi wê gurzê, min dil der kir.

Jin wek gula geşin,

Ji wek gula miraz bexşin.

Jin wek gula bextewarin,

Jin wek gula bext reşin.

Lê cejnina salnemê,

Ew yek nizane.

Her çaxê û her demê,

Ji boy wê, jin hemû wek hevdûne…

Îro jin bi taybet xanime,

Pîrozbayî ji her qulpa.

Gerdûn jê ra bi rehme,

Quwet digre heta duspa…

 

XELAT