10 Salên berê stêrkek ji esmana Xaneqînê rijiya

10 Salên berê stêrkek ji esmana Xaneqînê rijiya

Nivîs: Hozan Efrînî

Di salvegera 10emîn ya koça dawî ya jina şoreşger Wesfiye Benî Weys de em serî rêz ji wê û tevahiya pakrewannû nemirên riya Doza Gelê Kurd dadxînin.

Di rêkefta roja (25-04-2026)an, 10`mîn salvegera koça dawî ya  jina şoreşgerê kurd a Kurdistanî, mamosteya rewanşad Wesfiye Benî Weys ku bi dayîka şehîdan dihate bi navkirin, û ji aliyê YNKê ve bi Şêra Çiyayên Kurdistanê hatiye bi nav kirin, bi buyereke hatûçûnê jiyana xwe ji dest da bû, tevlî karwana Pakrewanên û nemirên Doza kurd û Kurdistan ê bibû.

Jiyannameya Wesfiyr Benî Weys...

Pakrewan û rewanșada doza gelê Kurd û Kurdistan ê, Wasfiya Benî Weys, ku hevjîna qehremanê Kurd germane Elî Şamar e, sala 1953`an, li bajarê Xaneqînê di taxa Mezre`eyê de, hatiye dine, bi xwe ji malbateke gelek welatperwer û Kurdistanî ye, yek ji malbatên herî xemxwerên bîrdoza netewaya Kurdistanî bûn, birayên wê, tevlî rêzên şoreşa netewî ya nuh li Başûrê Kurdistanê dibin, gelek fişar û zor û nerêkiya dadweriyê, ji aliyê rêjîma Êraqê ve, li dijî wê malbatê pêkhatiye û kok dest ji rastiya parastina doza gelê xwe ya rewa bernedan.

Rewanşada gelê kurd Wesfiye Benî Weys, salên destpêka xwendinê, li bajarê Xaneqînê bi dawî dike û piştre jî, ji ber xwendina zanîngehê, diçe bajarê Silêmaniyê û li wir tevlî xwendina zanîngehê dibe û di sala 1975 beşê kolîja wêjeli zanîngeha Silêmaniyê bi dawî dike.

Her weha ji sala 1974`an ve, peywendî bi Komeleya Rencedarên Kurdistanê ve kiriye û wek xebatkar û çalakvanekî jîr û jêhatî li nav bajar û civaka kurd li rêzên şoreşa nuh ya netewî ya Başûrê Kurdistanê dest bi tekoşînê kiriye.,ev jî wek min li jor amaje bi wê yekê kir ku 3 birayên wê jî pêşmerge bûn û piştî ku tevlî xebata çiyaên Kurdistanê bûn, di wê bare de, rêjîma Êraqê malbata wê ango dayîk û bavê wê, ji Xaneqînê derxistin û bi dare zorê birin ber bi başûrê Êraqê nîştecîh kirin.

Di sala 1976an li bajarê Kelarê wek mamoste hat damezrandin û piştre jî, ji aliyê rêjîma dîktetor ve, ji bo Tasloce re hat şandin û li wir dest bi karên mamosteyetiyê kir

Her weha endama serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê û berpirsa nivîsgeha Şehîdan ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, Wasfiya Benî Weys,di roja 26-04-2016`an de, bi buyereke hatûçûnê, jiyana xwe ji dest da û tevlî karwana nemirên kurd û Kurdistanê bû...

Hevsera fermandarê dêrîn ê nemir Elî Şamar bû, dayîka  Eqîd Rêbwar û mamosteyê Nemir Karwan bû.

Ez vê mambatê ji nêzîk ve nas dikim uû Hezar Dilovaniya Xwedê Li rewanpakiya dayîka şejîdan Wesfiye û fermandar Elî Şamar û kak Karwanê ciwanemerg be.

 

Hezar silav li canpakiya wê be.

 

Xelat