Zeyta tovên (dendikên) Tirî

Zeyta tovên (dendikên) Tirî

Zeyta tovên (dendikên) Tirî

Warê resen yê darçika Tirî

Nivîskar û Wergêr: Muhemed Şerîf Cilînî

Ne ji hêla netewperestî ve ji ber ku ez kurd im, lê ev rastiyeke ku Kurdistan wargeha resen ya darçika Tirî ye, mîna dara Zeytûnê, ji ber lêkolînan çespandine (teqez kirine) drçika Tirî li bilindahiyên çiyayên Zaros û Toros û başûrê Kafkasyayê ji (7500) sal berê xuya û şîn bûye, û ji wir derbasî Rohilatî Assiya, Ewropa û Afrîkayê bû ye.

Di destpêkê de şîn bûbû weke drçikeke kûvî, piştre hat çandin, û çandinya vê darçikê geş bû li bakurê Navbera Herdu Çeman  (Mîzopotamiya) ji (3500) sal berî zayînê ve,  û piştre derbasî deverên curbicur ên Rohilata Navîn bû.

Berya zayînê bi (2000) sal, çnadinya darçika Tirî derbasî Yûnanstanê bûbû, û Girêkên kevin di baweriya ku xwedawend Diyonîsos ev darçik ji wan re aniye, li Yûnanstanê çndinya darçika Tirî geş bû, dûv re cureyên nû bi çandina tovan di sedsalên çaran û pêncan ên berî zayînê de hatin pêşxistin, û ji Yewnanîstanê derbasî Îtalya û başûrê Fransayê bû.

Li  Kurdistanê, bi taybetî li deverên çiyayî yên bi bilindahiya navîn, gundek bê rez nîn e, li gor gotina kurdan: ((Sê tişt hene ji wan bê hêvî me: gundê bê rez, şivanê bê pez û kesê dibêje ez û ez)), ji ber vê yekê rezên Tirî têne çandin li gundên kurdistanê.

Derxistina zeytê ji tovên Tirî

Rêjeya tovên Tirî di bera Tirî de, di navbera (1-4) % ji giraniya bera ye, Zeyt ji tovên tirî yên ku di bermayiyên guvaştina tirî de têne peyda kirin, çi ji bo hilberîna bişava tirî, çi ji bo hilberîna doşava tirî û berên doşavê, çi ji bo hilberîna Meyê, ev bermayan weke (20 – 25)% ji tevaya tiriyê tê sazandin bermayiyan, û rêjeya tovan di bermayiyên guvaştinê de (25 -38)% e, û rêjeya zeytê di tovan de, di navbera (10-20) % ye.

Di tovên tirî de: rewa (28-40) %, zeyt (10-25) %, seluloz (28%), ji bilî pêkhateyên nîtrojen (0.8-1.2)%, û Kana / mîneral (2-4)% hene, hem jî tirşiyên were yê zeytê û pêkhateyên din.

Zeyta  tovên tirî piştî vegirtina wan ji bermahiyên guvaştinê, û zuhakirinê bi du rêbazên sereke tê derxistin: bi guvaştinên di bin bandora pestînê de, an jî bi derxistina bi tiwênerên hendamî mîna Hêksan (Hexane). 

 1- Rêbaza derxistina bi guvaştinê:

Guvaştin pêk tê bi sarî an bi germî, di rewşa guvaştina bi sarî de, tov rasterast an bi awayê hêrayî bi hûrbûna di navbera (0,25-0,45) mm de, têne guvaştine di guvaşekên Hîdrolîk an werepêçîyî de, lê berhemê guvaştinê pir kêm e, li hêlek din ve kerestên bi sûde xwezayî ku di zeyta  tê bidestxistin, nayên windakirin û hem jî pêkhateyên bikêrhatî

Di dema guvaştina bi germî de, tovên hêrayî bi awayekî nerasterast di pijkerê de têne sorkirin, da ku tertiya tovên hêrayî ji %10 kêmtir bibe, piştre di guvaşkereke werpêç tê guvaştin, lê zeyta ku derkeve divê li gorî rêbazên parzînkirinê yên naskirî were parzîn kirin, ji be bilindbûna reêja tirşiyên azad di zeytê de. lê beşek ji antîoksîdanên xwezayî ku di zeytê  xwezayî de hene winda dibe.

2- Rêbaza derxistinê bi tiwênerên hendamî

Derxistina zeytê ji tovên Tirî bi tiwênerê hendamî bi heman amûre û rêgezên pêk tê ji be derxistina zeytê ji tovên zeytînî ên wekî soya, paş hêrandin û sorkirina tova, zeyta tê hilberandin ji ber ku tê de rêjeyek bilind ji tirşiyên azad heye , ev zeyt tê parzîn kirin.

Di van demên dawî de, rêbazên din, bêyî tiwênerên hendamî, ên wekî derxistina bi ava germ, derxistina bi gaza CO2, hatine pêşniyar kirin, lê  hîn jî têne ezmûkirin.

Pêkhatiyên zeyta tovên Tirî

Di zeyta tovê de, evan tirşiyan hene, lînoleîk bi rêja (65-72)%, olyeîk /oleic acid bi rêjeya (12-23)%, palmîtîk / palmitic bi êjeya (4 - 11)%,  Mûme / stearic / bi rêjeya (8 - 5-15)% , tirşiya lînoleîk a di zeyta tovên tirî de rolek girîng dilîze ji ber ku ew di laş bixwe de nayê çêkirin kirin û ji ber vê yekê hilberên ku tê de xwedî nirxek xurekiya mezin in.

Di zeyta tovê tirî de tokoferolên ku antîoksîdanên xwezayî ne, û ev tokoferol hene: α-tocopherol, α-tocotrienol, γ-tocopherol, β-tocotrienol û α-tocotrienol, û ji bilî hin hêmanên kanaz (mineral), û hem jî rêjeyek ber biçav ji îzomerên vîtamîn E. heye.

Sûde û bikaranîna zeyta tovên Tirî

Ji bilî bikaranîna wê wek rûnên rewikî yên din, ji bo xwarinê tê bi kar anîn lê dive bi sari be, li hêlek din ve tovê tirî yek ji hêmanên sereke di pîşesaziya kerestên bedewkirinê, ji ber bandora wê ya erênî li ser çerm û por heye, û tê bikar anîn di çêkirina dermanên nexweşiyên movika û bawîbûnê. 

 

XELAT