Mêzgirdek li ser berhemên wêjeyî ya Gelawêj xanimê

Mêzgirdek li ser berhemên wêjeyî ya Gelawêj xanimê

Bi amadebûna xanim (Lîloz Îbrahîm Ehmed), rêûresma nasandina pirtûka “Xwendineke Perwerdeyî ji bo Çîrokên Gelawêj xanimê taybet bi ciwanan” a nivîskar Mehmûd Ebdulkerîm Bacelan, li hola pirtûkxaneya elektronî ya Xanim Gelawej birêve çû.

Mêzgirda mehane ya borda malpera Gelawêj Xanimê ya vê carê ji bo danasîna nûtirîn pirtûka derbarê edebiyata Xanim Gelawêj a taybet bi wêjeya zarokan hate terxankirin.

Mamosta (Mehmûd Ebdulkerîm Bacelan) nivîskarê pirtûka “Xwendineke Perwerdeyî ya Çîrokên Gelawêj  Xanimê taybet bi zarok û ciwanan”, mijara pirtûka xwe bi hûrgilî rave kir û bal kişand ser hêza nivîskariyê ya Xanim Gelawêj bi taybetî di warê wêjeya zarokan û ciwanan de.

Piştre jî mamosta (Emîn Mihemed , Prof. Dr. Zahir Letîf Kerîm û Dr. Zîno Ebdullah) mijara dewlemendiya babeta wêjeyî ya zarokan di edebiyatên Xanim Gelawêj de şîrove kirin.

XELAT